Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsînê, Enqereyê û Stenbolê şahiyên Serê Salê hatin lidarxistin. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê li avahiya xwe şahiya Serê Salê li dar xist. Sersala kurdî bi guhdariya stranên dengbêj û hunermendan hat pîrozkirin. Rêveberên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de govend hat gerandin û piştre şahî bi dawî bû. 
 
Meclisa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê jî li taxaYenîpazara navçeya Akdenîza Mêrsînê li hev civiyan Serê Salê pîroz kirin. Ciwan li erbaneyan dan û li taxê geriyan û li deriyê xelkê dan û sersala welatiyan pîroz kirin. 
 
ENQERE 
 
Meclisa Xwendekarên Demokratî (DOM), Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) bi hevparî li Cemxaneya Dayika Fatma şahiya Serê Salê û Gaxan pîroz kirin. Pankartên “Serê Salê Pîroz Be”, “Li Dijî Şerê Taybet û Qirkirinê Em Çanda Xwe Diparêzin û Jiyana Azad Ava Dikin” hatin avakirin. Rêveberên HDP'ê û gelek kes tev li şahiyê bûn. Endama DOM'ê Zubeyde Kaya di şahiyê de axivî û diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê çanda xwe diparêzin û Serê Salê çandek qedîm a kurdan e û lewma vê rojê pîroz dikin. 
 
Jinên tev li şahiyê bûn qala dîroka Serê Salê kirin û piştre jî lîstika "Kal û Pîr" hat lîstin. 
 
Stran hatin gotin û bi gerandina govendê û belavkirina loqmeyan şahî bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Meclisa Ciwanan a HDP'a Stenbolê jî bi armanca pîrozkirina Serê Salê li avahiya HDP'ê ya navçeya Bagcilarê şahî li dar xist. Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu, Parlamentera HDP'ê û Berdevma Meclisa Ciwanan Dêrsim Dag û gelek ciwan û kes tev li şahiyê bûn. Welatî bi cilên xwe yên netewî tev li şahiyê bûn. Koma Şanoyê ya Meclisa Ciwanan lîstika "Kalo û Pîrê" lîstin. Di lîstikê de bal kişandin ser asîmîlasyon û zextên li ser çand û zimanê kurdî. Piştî lîstikê Koma Muzîkê ya Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê derket ser dikê û stran gotin û şahî bi dawî bû.