‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'

WAN - Rêveberê Komeleya ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen ku polîtîkayên asîmlasyonê yên dewletê yên li dijî kurdî nirxandin, got ku li hemberî kurdî polîtîkayên şerê taybet hene û aramnca van polîtîkayan ew e ku kurdî bidin jibîrkirin. 

Polîtîkayên asîmlasyonê yên li dijî zimanê kurdî didomin. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen û mamosteyê kurdî Ahmet Guler polîtîkayên asîmlasyonê nirxandin. 
 
Sekmen anî ziman ku Tirkiye polîtîkayên asîmlasyonê yên li dijî kurdan didomîne û got ku asta herî mezin a vê asîmlasyonê jî ya li dijî kurdî ye. Sekmen destnîşan kir ku dewlet dixwaze bi qedexeyan kurdî bide jibîrkirin û got ku hebûna gelekî zimanê wî ye û qedexekirina ziman qedexekirina tevahiya jiyana wî gelî ye. 
 
QIRKIRIN Û ÎNKARKIRIN
 
Sekmen diyar kir ku di lîteratura netew-dewletê de "dîrok, ziman û çand" qadên taybet in û wiha got: "Di civakên exlaqî û polîtîk de jî azadî hebûna xwe ji nasnameyê digire. Ji lew re nasname, hebûna civakan e. Kurd jî bi vî awayî nêzî hebûna xwe dibin. Ger kurdî ji bo me di wesfê nasnameyekê de be, nexwe em jî divê ji bo parastina vê nasnameyê bitêkoşin. Hebûn, pênaseya xwe ji nasnameya xwe ya xweser digire. Lê dewlet bi van pêkanînên xwe dixwaze hebûna gelê kurd ji holê rake. Bi sedan sal in li ser gelê kurd polîtîkayên qirkirin, înkarkirin û asîmlasyonê tên meşandin û ev hê jî bi polîtîkayên şerê taybet ê dewletê didomin." 
 
Sekmen got ku ji ber vê parastina ziman û xwedîderketina li wê girîng e. Sekmen dubare kir ku dewlet li hemberî kurdan polîtîkayên şerê taybet pêk tîne û got ku lê çi dibe bila bibe divê kurd li her derî zimanê xwe biparêzin û ji bo vê bitêkoşin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Mamosteyê zimanê kurdî Ahmet Guler jî destnîşan kir ku ziman hebûna civakê ye û got ku ger zimanê bê qedexekirin dê hemû tiştên ku civakê li ser pêya dihêlin ji holê rabin. Guler bilêv kir ku dewlet naxwaze kurdî pêş bikeve û bê axaftin û got: "Kurdî li tu qadên jiyanê ne azad e." 
 
Guler bibîr xist ku saziyên kurdî hemû hatine girtin û ji bo xwedîderketina li zimên wiha bang kir: "Lê kurd li dijî vê alternatîfine din afirandin. Kurd divê di her warî de xwedî alternatîf bin. Divê li dijî polîtîkaya 'tu nefikirî tune ye.Her kurd divê zimanê xwe biparêze û pê biaxive û ev peywira her kesî ye."