Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî

img

AMED - Koverek li weşangeriya kurdî zêde bû. Li gel astengiyên li pêş weşangerî û zimanê kurdî jî Kovara Dilop roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Reşo Ronahî yê nûnerê Kovara Dilop ê Amedê diyar kir ku ew ji bo wêje û çanda kurd dewlemendir bikin dest bi weşanê kirine û got: “Em jî dixwazin li deryaya weşangeriya kurdî bibin dilopek.” 

Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re gelek Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin. Bi van KHK’yan gelek sazî û dezgehên zimanê kurdî hatin girtin û mohrkirin. Li gel girtina saziyan jî gelek ajans, rojname, kovar, weşanxane û malperên kurdî jî hatin girtin. Nêzî du salan e weşangeriya kurdî di bin zext û êrîşên OHAL’ê de weşangeriyê dike. Gelek nivîskar, helbestkar û rojnameger hatin binçavkirin û hin ji wan hatin girtin û ji karên xwe hatin îxrackirin. 
 
Di pêvajoyek wiha de ku zextên li ser zimanê kurdî bandorek neyînî tê kirin, Kovara Dilop jî bi dirûşmeya “Dilopek di deryaya mirovahiyê de!” bi zimanê kurdî û tirkî dest bi weşana xwe kir. Kovar li refên pirtûkxaneyên kurdî û muxalîf ên li bajarên herêm, Tirkiye û Ewropayê cihê xwe girt û dê ji du mehan carek derkeve ber destên xwîneran. 
 
Kovar di hejmara xwe ewilîn de bi nivîs û gotarên nivîskaran balê dikişîne ser çend mijarên girîng. Balê dikişîne ser navçeya Sûrê ya Amedê ku ji ber pevçûnan û bajarvaniyê hat hilweşandin, Di dîroka kurdan de girîngiya Newrozê, Di sinemaya kurd de rastî, dîroka Efrînê û ji gelek mijarên din re cih hatiye veqetandin. Reşo Ronahî yê nûnerê Kovara Dilop ê Amedê têkildarî kovarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘XWEDÎ MIJARÊN DEWLEMEND E’  
 
Ronahî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li ser weşangeriya kurdî û got: “Ev zext û zordarî jî, ji hejmara kovar û pirtûkên tên çapkirin jî diyar e. Em jî xema vê yekê dixwin. Wek ku ji navê me jî diyar e, em hewl didin, di weşangeriya kurdî de bibin dilopek. Mebesta me ew e dilop ji bo xebatên çand, huner û wêjeya kurdî bibe platformek. Bi du zimana weşan dike. Di zimanê kurdî de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî em weşanê dikin. Di hundirê kovarê de mijarên cûr bi cûr hene. Ji arkeolojiyê bigire heta huner, wêje û dîroka kurdan heye.”
 
‘MEBEST EW BÛ EM ROJA NEWROZÊ DEST BI WEŞANÊ BIKIN’ 
 
Ronahî destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê û îlankirina OHAL’ê bandorek neyînî li ser xebatên wan dike û wiha got: “Hewlek darbeye çêbû. Lê ev darbe bêtir li dijî kurdan, sosyalîst û demokratan pêk hat. Piştî hewlê bi îlankirina OHAL’ê re gelek sazî, komeleyên zimanê kurdî, sazî û dezgehên ragihandinê ango weşangeriya kurdî hatin girtin. Piştî vê serdema dijwar, demek me amadekariya vê kovarê dikir. Lê me xwest em pêşiya xwe bibînin. Heta dawiya sala 2017’an me biryar da ku vê kovarê derbixin. Mebesta me jî ew bû em di Newrozê ango serê bihara 2018’an dest bi weşanê bikin. Em gihîştinê ku em roja Newrozê dest bi weşanê bikin.” 
 
‘HER CIVAK BI ÇAND Û WÊJEYA XWE HEYE’ 
 
Ronahî da zanîn ku ew bi feraseta her civak bi çand, huner, ziman, wêje û sinemaya xwe heye tevdigerin û wiha domand: "Gelê kurd jî yek ji gelên herî kevnar ên Rojhilata Navîn e. Kurd ne ew milete ku çek di destan de heta êvarê şer bike. Kurd jî xwedî çandek û wêjeyek dîrokî ne. Em dixwazin ji bo van xebatan bibin platformek. Ji hêla din ve jî em dixwazin ji bo civaka Tirkiyeyê bidin nîşandan ku va kurd jî xwedî van taybetmendiya, afrîner û xebatê ne. Mesele li Rojava û Efrînê kurd ji serê sibê heta êvarê çek di destan de şer nake, di heman demê de gelên Rojava jî xwedî çand û wêjeyê ne û van xebatan didin meşandin.” 
 
Ronahî anî ziman ku piştî girtina sazî û dezgehên zimanê kurdî û ragihandina kurdî pêdiviyek pir bi kovarên kurdî çêbû û got: “Em jî wek hemû sazî û dezgehan li dijî van pêkanînan li ber xwe da. Me jî henek dêna xwe dayê û sekinîn. Sekin tenê bi dirûşm berzkirinê û lidarxistina çalakiyan pêk nayê. Divê mirov di aliyekî de jî biafirîne û hilberîne.” 
 
‘KOVARA ME BÛ HÊVÎ’ 
 
Ronahî diyar kir ku berî ew kovara xwe biweşînin hem li Kurdistan û hem li Tirkiyeyê li gel nivîskaran bi dehan civîn û şêwre kirin e û wiha axivî: “Me xwest pêşniyarên nivîskaran hilbigirin. Her wiha me piştevanî û pêşniyarên wan girt. Me ji gelek kesan bertekên erênî sitendin. Gelek nivîskarên kurd karmend bûn, gelek ji wan ji kar hatin avêtin û gelek ji wan binçav kirin û avêtin zîndanan. Hewceyî pê heye ku nivîskar û mirovên ji kar hatine derxistin, ji bo dilê xwe rehet bikin û çend gotinan bibêjin kovarek bê weşandin. Li Kurdîstanê êdî hemû qad û kolan li ber nivîskar û rewşenbîran hatine girtin. Nikarin xebatekê bidin meşandin. Ev kovara me jî ji bo nivîskar, helbestkar û lêkolîneran bû hêvî û me xwest reng û dengê nivîskaran derbixin holê.”  
 
‘DIBE REWŞ XEDAR BE, LÊ AFRÎNERÎ JÎ LAZIM E’ 
 
Ronahî da xuyakirin ku OHAL bandorek neyînî li ser xebatên nivîskaran dike û ev tişt got: “Heta ev rewş bidome, dê ev tesîra neyînî jî hebe. Lê dê ev rewş nikaribe xebatên me rawestîne. Divê mirov li dijî vê yekê çawa bisekine. Divê mirov li dijî vê yekê hin bêtir biafirîne, hilberîne, xebatan li pêş bixe û bigîhîne xwîneran. Mirov dikare bi vê helwestê van zext û zordariyan têk bibe. Yekîtiya nivîskaran û xebatên nivîskaran ne di nav çar dîwaran de ne. Dê her binivîsînin.”
 
‘EM JÎ DIXWAZIN BIBIN DILOPEK WÊ DERYAYÊ’ 
 
Ronahî got ku kovargeriya kurdî ku di sedsala bihûrî de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve li derve dest pê kir, ew wê xebatê wek deryayekê dibînin û ew jî wek kovara Dilop dixwazin di vê deryayê de bibin dilopek. 
 
Ronahî li ser formata kovarê jî sekinî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hejmarê de em wek dosye, li ser sînamgeriya kurdî rawestiyan. Dê di her hejmarê de li ser mijarek cuda dosyeyek hebe. Kovar xwedî mijarên berfireh e. Li xwîneran û civakê pîroz be.” 
 
MA / Bîlal Guldem - Ugur Atabay