Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin

img
MÊRSÎN - Konsera hunermend Mem Ararat a Mêrsînê ji aliyê walîtiyê ve hate betalkirin. 
 
Konsera ku hunermendê kurd Mem Ararat da li Mêrsînê bide ji aliyê Walîtiya Mêrsînê ve hate qedexekirin. Hate diyar kirin ku konsera Ararat îro li Navenda Çanda Ataturk a Yenîşehîrê bide, bi saetan beriya konserê hatiye betalkirin. 
Mem Ararat li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal qedexeya konserê wiha ragihand: “Weke tê zanîn di 27’ê mehê de li Mêrsînê wê konsereke me pêk bihata. Di vê navberê de hemû bilêd hatibûn firotin, ji bo hunermendan hemû rezervasyonên otel û balafiran hatibûn kirin, hinek hevalên me yên muzîkjen gihiştibûn Mêrsînê jî. Em jî duh danê sibê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketin. Piştî nîvro beriya ku em bigihin Mêrsînê hevalê me yê berpirsyar agahiya qedexekirina konserê ji me re ragihand. Heta belgeya fermî negihişt ber destê me nexwest vê agahiyê parve bikin. Lê vaye îro agahiya fermî jî gihişt ber destê me. Mixabin konsera me ji aliyê Walîtiya Mêrsînê ve hat betalkirin. Ji rayagiştî re bi rêzdarî…”