Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne

ŞIRNEX - Bi ser mirina Dengbêj Fadilê Cizîrî 4 sal derbas bûn. Birayê Dengbêj Cizîrî, Dengbêj Seyît Mehmet Ergûl qala birayê xwe kir û wiha got: "Bi ser mirina wî re 4 sal derbas bûn lê klamên wî di her kêliya jiyana me de ne." 

 
Dengbêj Fadil Cizîrî di sala 1962’yan de li gundê Salatûnî yê Silopiya ya Şirnexê ji dayik dibe.Bi eslê xwe ji Dihok a başûrê Kurdistanê ye. Cizîrî dengbêjiya ku dibe parçeyeke ji jiyana wî, ji dayika xwe Dengbêj Sêvê hîn dibe. Dayika Sêvê ku di civateke baviksalar de mezin dibe û di wan deman de klam gotina jinan ji aliyê civakê ve nedihat qebûl kirin, bi veşartî zarokên xwe Fadil û Mehmet fêrî klaman dike. Li wan şîret dike ku vê kevneşopiyê bidomînin. Fadil Cizîrî di rojên ewil ên dengbêjiya xwe de ku hêjta zarok bû, şerm dikir stranan bibêje. Lê civaka Botanê dengê wî diecibîne û hêj di 14-15 saliya xwe de cihê xwe di nava dîwana dengbêjan de digire. 
 
Cizîrî ku wê demê li gund dîwan bi dîwan, dawet bi dawet digere, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Di sala 1992’yan de li Şaredariya Cizîrê dest bi karê zabitetiyê dike. Lê piştre dev ji kar ber dide û dîsa li dengbêjiyê vedigere. Kurê wî yê 13 salî Cemal Ergul ku pir jê hez dikir, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û ev êş bandoreke wisa li Cizîrê dike ku nexweşiya Parkînsonê lê peyda dibe û nema dikare êdî bistre. Her wiha kurê wî Mûrat Ergul jî di qedexeyên derketina kolanan ên Cizîrê de tê qetil kirin. Birayê Cizîrî, Dengbêj Seyît Mehmet Ergul (56) bi minasebeta salvegera wefata birayê xwe bi ajansa me re axivî. 
 
 
'ME EW ŞÎRET BO XWE ESAS DIGIRT' 
 
Dengbêj Seyît Mehmet Ergulanî ziman ku birayê wî Cizîrî tu caran dev ji dengbêjiyê berneda û wiha behsa wî kir: “Em bi eslê xwe ji Dihokê ne. Piştre em derbasî gundê Salatûniyê yê Silopiyayê bûn. Em ji wir jî derbasî Cizîrê bûn. Ev demekê dirêje em li vir dijîn. Me di temenekî biçûk de dest bi dengbêjiyê kir. Wê demê civat hebûn. Em bi hevre diçûn û me di civatan de klamên berê digotin. Mamosteya me diya me bû. Heke ew nebûya, me nedizaniya klaman bibêjin. Fadil demek piştre fêrî gotina her klamekî bû. Payîzok, lawka û giranî digotin. Ji dengbêjiyê gelek hez dikir. Payizokên wî pir xweş bûn. Kesekî bi qasî wî payîzok xweş nedigotin. Di malbata me de kevneşopiya dengbêjiyê bi salane berdewam dike. Xaleke min û mamê min jî dengbêj bûn. Her wiha Abdulwahid Zaxoyî kur metê min bû. Di malbata me de gelek dengbêj derketin. Di berê de dema ku jinan dengbêjî dikir digotin,'şerme.' Ji ber wê jî dayika min bi veşartî klam ji me re digotin û bi vî awayî em fêrî gotina klaman dikir. Diya min li cem bavê min jî ji me re klam nedigotin. Di wê wextê de derfetên me tune bûn. Lê niha ne wisa ye. Diya min her tim şîret li me dikirin û digot,'Vê kevneşopiyê bidomînin.' Me jî ev şîret ji xwe re esas girt û me du birayan dengbêjtî kir.” 
 
'KLAMÊN WÎ BI ME RE NE' 
 
Bi domdarî Ergul bi lêv kir ku ew ê vê kevneşopiya ji diya xwe fêr bûne bidomîne û ev tişt anî ziman: “Fadil ji min mezintir bû. Piştre di şaredariyê de weke zabite xebitî. Çend salan di şaredariyê de xebitî û piştî ku jikarketî dengbêjî berdewam kir. Gelek klam jî min û wî bi hevre gotine. Fadil 63 salî bû. Piştre jî nexweşiya parkînsonê lê peyda dibe. Bi mehan di nexweşxaneyê de tedawî dît. Dema ku wefat kirî jî bi min re bû. Min ew dibir nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Ji herdu zarokên xwe pir hez dikir. Ji xwe piştî wan nexweş ket û êdî nema karî rabe. Êdî nekarî klaman bibêje. Bi ser wefata wî re ev 4 sal derbas bûn lê klamên wî di her keliya jiyana me de ne. Ez jî weke birayê wî, vê çandê didomînim. Bi qasî ji destê me tê jî ez ê berdewam bikim.”
 
Herî dawî jî Ergul bi klama "Heyran Jaro" birayê xwe bi bîr tîne. 
 
MA/ Zeynep Dûrgût