Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Zimannas Beyhanî Şahîn, xebata xwe ya 31 salan a li ser Avestayê bi 12 cîldan dike pirtûk û cilda yekemîn bi navê “Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir. 
 
Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn, 31 sal in li ser Avestayê lêkolînan dike. Xebatên wî hê jî bi dawî nebûne û bi Avestayê re mijûl e. Piştî 31 salan Şahîn, biryar da ku van xebatên xwe bi 12 cîldan bike pirtûk û diyarî dengbêjên kurd bike. Şahîn, cîlda yekemîn a xebata xwe bi navê “Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' li Weşanxaneya Na çap kir û diyarî dengbêj Evdalê Zeynê kir. 
 
GATHA’YÊN ZARATHUSHTRA
 
Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng yên dîrokî di derbarê Gatha’yan da daye. Di destpêka pêşgotina xwa da dibêje: Gatha’yên Zarathushtra piçekî dişibin deriyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye xwandin. Pêra hurgiliyên girîng di derbarê Ahuramazda da daye.
 
Paşê di bin nivîsa “destpêk”ê da hurgiliyên din ên zimanî û elfebeya Avesta’yê bi tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva “gatha-” kîjan wateyê dide, formên wê yên kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn, yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî yên fonolojîk zelal kiriye.
 
Şahîn, Gatha’yên Zarathushtra ku di avestolojiyê da lawij/stran û helbestên herî girîng in, rêz kiriye.
 
BEŞÊN CÎLDÊ
 
Lêkolîna di cîlda yekem de ji 3 beşan pêk tên:
- Destnivîsên orîjîn yên Gathayan ku di sala 1323‘yan de hatine nivîsîn ango kopî kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bicihkirin.
- Di beşa duyem da tevahiya Gathayan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.
- Di beşa sêyem da hemî Gathayên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîptekirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.
 
 Şahîn, piştî ku ew beşên di nav Gatha’yan da rêz dike, her sê lawijên/malikên herî pîroz ên di nav Gatha’yan da vedibêje. Di dawiyê de belgeya herî kevin a nivîskî ya ku tuşî heyama 9’emîn a piştî mîladê dike û têde malikeke Avesta’yê bi elfebeya zimanê sogdî hatiye nivîsîn pêşkeş dike.
 
DENBBEJÊ DESTPÊKÊ ZARATHUSHTRA
 
Zimannas Şahîn, ji bo xebata ev tişt dibêje ''Jixwe Zarathushtra bi xwe manthrayê (dengbêjê) destpêkê bûye, loma jî em hêvîne ku ew pireya poetîk ya destpêkê dîsa bikaribe bigêhije xwadiyên xwa yên îro, dengbêjan. Her çiqas li Kurdistanê çend wergerên Avesta û Gathayan hatibin çapkirin jî tu muhteveyeke wan a zimannasiyî û akademîk tune ye. Ew werger wekî hewldanên ezoterîk in.“
 
Weşanxaneya Na û zimannas Şahîn, bi vê xebatên dixwazin cara yekem li Kurdistanê bingeha 'avestoloji'yê li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk daynîn.