Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin

img

ÊLIH - ARÎ-DER'ê piştî perwerdehiyê sertîfîka da gelek kesan. Ji kesên sertîfîka wergirtin hin jê dixwazin pirtûkan binivîsin û hin jê jî dixwazin bibin mamosteyên zimanê kurdî. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê Arî (ARÎ-DER) 12 jê mamoste bi giştî sertîfa da 22 kursiyeran. Komele piştî 3 astan sertîfîkaya perwedekariyê dide û kesên 3 mehan perwerde dibin jî sertîfîkaya asta dudoyan dide wan. Kesên sertîfîkaya mamsotetiyê wergirin dê karibin mamostetiyê bikin. 
 
Kesên ku tên komeleyê û perwerde dibin bal kişandin ser girîngiya zimên û armancên xwe yên di vî warî de anîn ziman. 
 
Hevserokê Komeleyê Mazlûm Buksel, diyar kir ku komeleya wan 3 sal in li Êlihê perwerdehiya bi kurdî dide ûû got: "Ji roja ku hatiye avakirin heya niha xebatên xwe yên ji bo perwerdehiya kurdî didomîne. Çendî di pandemiyê de xebatên me sist bûn jî, lê me hem bi awayekî onlayn hem jî rû bi rû dest bi perwerdehiyê kir. Kesên ji kursa 3 mehan mezûn dibin, derbasî asteke din dibin. Kursên me ji asta 1, 2 û 3'yan pêk tên û her yek jê 3 mehan dewam dike. Kesên van her sê astan diqedînin mafê perwerdehiya mamostetiyê ya 9 mehan werdigirin. Gava xwendekar asta mamostetiyê jî temam bikin êdî dikarin dersan bidin." 
 
Buksel anî ziman ku ji 55 saliyê heya kesên 16 salî jî tên tevli kursan dibin û got: "Eleqeya ji bo hînbûnê zêde ye." 
 
DIXWAZE HELBESTAN BINIVÎSE
 
Dayika 6 zarokan Hava Can (41) ku asta dudoyan qedandiye û derbasî asta sisêyan bûye, got: "Zimanê me jiyana me ye. Em dayik divên hem kurdî jîndar bikin hem jî hîn bibin. Divê em hemû qadên jiyanê veguherînin kurdî."
 
Can, anî ziman ku piştî baş kurdî hîn bibe dixwaze helbestan û pirtûkan binivîse. 
 
‘EZ Ê BIBIM MAMOSTE'
 
Taybet Kasim (45) jî demeke dirêj li Stenbolê maye û paşê hatiye Êlihê. Kasim got: "Li Stenbolê piraniya esnafan bi kurdî nizanibûn. Cîranên me jî nizanibûn. Lewma em mecbûr man bi tirkî biaxivin. Me li malê bi kurdî xeber dida, lê li deverên din bi tirkî. Ji ber vê kurdiya me qels bû. Lewma hatim komeleyê. Piştî 3 astan dixwazim bibim mamoste û paşê dersa kurdî bidim." 
 
Dayika 3 zarokan Gunul Delî (54) jî 20 salan li Enqereyê maye. Delî 2 sal berê hatiye Êlihê û niha hewl dide kurdiya xwe xurt bike. Delî got: "Gava ez hatim Êlihê min fêm kir ku ez baş bi kurdî nizanim. Lewma hatim komeleyê. Mamoste û xwendekarên li vira pir baş in. Me asta dudoyan derbas kir û niha di asta sisêyan de me. Heya bibim mamoste ez ê bidomînim. Divê her kes zimanê xwe baş hîn bibe. Ji bo vê jî perwerdehî divê. Dar bi koka xwe, mirov bi zimanê xwe dijîn. Divê em bi vê ferasetê tevbigerin." 
 
BI KURDÎ BI ZAROKÊN XWE RE BIAXIVIN
 
Rêvebira komeleyê Mehdiye Tapkan jî anî ziman ku divê dayik bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin û got: "Jixwe tirkî li her derî heye. Divê em li malê ji xeynî kurdî bi tu zimanî neaxivin. Hezar carî silav li kesên ku ji bo kurdî têdikoşin û di kurdî de israr dikin."