Êdî tenê ji xwe re distrê

img

SEMSÛR - Dayika Xafê ya 85 salî ku bi kilambêjiya xwe tê naskirin, ew kilamên ku berê li şînan û li ser goran digotin, niha li mala xwe ya bi tena serê xwe lê dimîne xwe bi xwe dibêje. 

Li gundê Gomika yê Herêma Xisor a Semsûrê Dayika Xafê ya 85 salî bi navê xwe yê din Hanîfe Yorûmaz, bi kilambêji û zêmarbêjiya xwe tê naskirin. Dayika Xafê ku tiştên hatine serê wî û dîtine û tiştên rojane bi zêmaran dibêje, bi kilamû zêmarên xwe rengekî li dengbêjiya herêmê bar dike. 
 
Dayika Xafê ku di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin, 7 zarokên wê hene. Zarokên wê li gund in, lê dîsa jî bi tena serê xwe dimîne. Dayika Xafê debara xwe bi tiştên destkariyê dike. 
 
Dayika Xafê diyar kir ku gava zarok bûye bandor ji kilamên di teyban de dihatin lêxistin girtiye û wê jî hin tişt li van kilaman zêde kirine û gotine. 
 
JIYANEKE MIŞT XIZANÎ
 
Dayika Xafê ku wekî zaroka malbateke xizan hatiye dinê, anî ziman ku hê zarok bûye hatiye zewicandin û got: "Em 5 kes bûn. Dê û bavên min, ez û 2 xwişkên min. Em tenê ev bûn, wekî din tu kesê me tune bû. Bavê min jî gava 7 salî bûye dê û bavên wî mirine. Bavêmin xizan bû, em jî di nav vê xizaniyê de mezin bûn. Bavê min, ez dam kesekî wekî xwe êtim. Ez bûê bûka navêeya Komirê. 7 zarok ji min re çêbûn. Min bi tahb û rebenî ew mezin kirin." 
 
Dayika Xafê, anî ziman ku ji ber ku kurên bavê wê tune bûne, bavê wê bi zarokeke 14 salî re zewiciye û got: "Keçeke wekî xezaln bû. Kurek bavê min jê çêbû. Hevjîna bavê min paşê her du zarok hiştin û çû mala bavê xwe. Ez jî mecbûr mam hem li zarokên bavê xwe hem jî li yên xwe mêze bikim. Min her duyan bi hev re dimijand. Min ew pir baş mezin kir. Paşê mezin bû, bû bijîşk." 
 
Dayika Xafê ya 85 salî zarokatiya xwe û ciwantiya xwe bibîr anîn û got: "Wê çaxê piştevanî hebû. Her kesî alîkariya hev dikir. Lê niha li gynd li ber deriyê her kesî wesayît hene, û kes kesî nas nake." 
 
ÊDÎ KES KILAMÊN WÊ NABIHÎSE
 
Dayika Xafê anî ziman ku berê gava kesek bimirana li ser gora wan jiyana wan bi kilamkî digot, lê belê niha ew zêmar û kilamên xwe yên li ser zimanan bi tena serê xwe dibêje. 
 
Dayika Xafê, bilêv kir ku pir ji muzîka kurdî hez dike û got: "Kilamên ku min ji zarokatiya xwe heya niha guhdar kirine hemûyan dizanim. Ez jî tiştina li wan zêde dikim. Berê min li şînan, li ser goristanan li gor nexweşîn û çîroka kesan tişt li hev dianîn û digotin. Lê niha niakrim biçim cihekî jî. Di odeyeka xwe de bi tena serê xwe me û ji xwe re dibêjim."
 
Çend rêzikên kilameke Dayika Xafê bi vî awayî ne: 
 
“Hama nabe tapû senedê hemû cîhanê li ser meriya bê dîsa du metre para meriya bê.
Min go dilê min dêra felek li me xêr e derdê me re kul û penceşêrê. 
Ez rêke dûr im li şevê dinêrim, kaniyê gûnde me li ber çîyê ne 
Ez her dem tî me û westiya me, ez li wî gundî xerîb im 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can