Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû

img
ENQERE – 174 weşanxane beşdarî fûara pirtûkan a Enqereyê bûn. Ji weşanxaneyên Kurdî tenê Nûbihar beşdarî vê fûarê bû. Ji xebatkarên Nûbiharê Azîz Tekîn wiha got: “Li ku derê weşanxaneyên Kurdî nebin, bi qasî ji destê me tê em hewl didin xwe bigihînin wan deran.” 
 
Fûara Pirtûkan a 16’emîn ku li Navenda Kongre û Pêşangehan a Enqere ATO Congresiumê hatibû vekirin, sibe bi dawî dibe. Ev fûar ji sala 2005’an heta niha tê lidarxistin û her sal 174 weşanxane û 350 nivîskar beşdar dibûn. Eleqeyeke xelkê ya zêde bo fûarê çêdibe û li gorî salên berê, îsal di fûarê de hejmara pirtûkên bi Kurdî gelek kêm bûn. Di nava 174 weşanxaneyan de tenê Nûbihar wek weşanxaneya Kurdî beşdarî fûarê bû. Ji xebatkarên fûarê Azîz Tekîn derheqê fûarê de axivî. 
 
‘ME XWEST XWE BIGIHÎNIN XWÎNERAN’ 
 
Tekîn dibêje ku wek weşanxane mebesta wan tenê firotina pirtûkan nîne û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bi qasî ji destê me tê xwe bigihînin hejmareke zêde ya xwîneran. Xwînerên Kurd, xwînerên Kurdî tên serdana me. Lê li cihekî weke Enqereyê ev hejmar ne bi dilê me ye. Gelek kes hene ku di peydakirina pirtûkên Kurdî de zehmetiyan dikêşin. Derfeta me çêbû ku em xwe bigihînin wan. Li hêla din jî xwînerên me keyfxweş dibin.”
 
‘LI KU KURDÎ NEBE EM XWE DIGIHÎNIN WIR’
 
Bi berdewamî jî Tekîn got ku maliyeta kaxizan zêde dibe û wiha pê de çû: “Bi qasî ku ji destê me tê em hewl didin xwe bigihînin wan deverên ku pirtûkên Kurdî lê nayên firotin an jî weşanxaneyên Kurdî lê tune. Di pêvajoya pandemiyê de me bi xwînerên xwe re gelek pirsgirêk nejiyan. Li ser înternetê me bi awayekî hewl da ku ji daxwazên xwînerên xwe re bibin bersiv. Lê di hêla aborî de bandora wê çêbû. Ji ber ku bi bihabûna kaxizê re maliyeta çapkirina pirtûkan jî zêdetir bû. Vê jî bandora xwe li tîraja pirtûkan kir.” 
 
Tekîn herî dawî jî wiha got: “Em dixwazin hejmara weşanxaneyên Kurdî yên di fûaran de hîn zêdetir bibin. Ji bo ku Kurdî berbiçavtir bibe ev yek muhîm e. Di fûaran de em bi awayekî pirtûkên bi Kurdî digihînin hejmareke zêdetir a xwîneran.”