'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin

img

AMED - Belgefîlma "Suyun Olum Tarihi" ku der barê Heskîf û Geliyê Dîcleya ku dê di bin Bendava Ilisûyê de bimînin hatiye kişandin, êdî wê li ser înternetê jî bê temaşekirin. 

Belgefîlma "Suyun Olum Tarîhî" (Dîroka Mirina Avê), ku ji aliyê Alî Ergul ve hatiye kişand, dîroka Heskîfê û rewşa wê ya ku dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne vedibêje. Bi vê belgefîlmê tê xwestin ku dîroka Heskîfê her zindî bimîne. 
 
Kesên bixwazin belgefîlm temaşe bikin, dikarin bi binivîsa bi kurdî-tirkî, îspanyolî, almanî û îngilizî ji vê lînkê "https://vimeo.com/239534068" temaşe bikin.