Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye

img

WAN - Li herêma Serhedê tenê Abdulmecît Emen çanda reşikê berdewam dike. Emen ji ber ku xwedî li vê pîşeyê û çandê derdikeve gelekî kêfxweş e.

Reşika ku bi mûyên bizinan û kindir tê çêkirin, kurdên herêma Serhedê 600 salin vê çanda giranbûha berdewam dikin û çandeke wan a qedîm e. Tekane hostayê vê pîşeyê Abdulmecît Emen e. Emen pêlavan jî temîr dike.
 
Emen 31 sal e bi vê pîşeyê re eleqedar e, tenê li herêmê wan ew pê re eleqedar dibe. Emen da zanîn ku berî 25 salan jinek bi navê Sundus hatiye dikana wî, û ew jê hîn bûye. 
 
Emen diyar kir ku dibe navê "Reşik" ji muyên bizinan hatibe, çawa hînê çêkirina wan pêlavan bûye jî wiha nirxand: "Ez dizanim tenê bavê min van berheman pê dikir. Wê demê ji bo mirovên me ev çand gelekî bi qimet bû. Ev pîşe êdî hatibû ber windabûnê. Kesî nizanibû. Rojekî li Şaxê jineke 75 salî ya bi navê Sundus hat dikanê. Reşik anî û got ku 'ez vê bi destan çê dikim. Tu dikarî binê wê ji min re çêkî?' Min jêre got 'tu yê vana çi bikî.' Got 'Ez ê çêkim û hînê te jî bikim. Ji xwe ji derveyê min kes çê nake.' Pişt re çêkirina wan hînê min jî kir. Ji xwe pîşeyê me jî pêlavkarî bû û em zû hîn bûn."
 
COTÊN WAN 100-150 TL 
 
Emen anî ziman ku pêlavên ku ew çê dike ji bo tenduristiya mirovan jî baş e, bêhn ji wan nayê û dikarin 50 salan têxin piyên xwe.
 
Emen aşkera kir ku ew ji bo her pêlavekê nîv rojê xwe dide û cotên wan bi 100-1500 TL'î difiroşe û wiha pê de çû: "Em reşikan herî zêde difiroşin komên folklorê. Ew gelekî dixwazin. Bi giştî binê wan jî ji çerm dixwazin. Zêdetir bi keda destan çê dibe. Teknolojî tune."
 
BI BENÊN RENGÎNÎ NEMÛŞ TÊN ÇÊKIRIN
 
Emen der barê çêkirina reşikan de jî agahî da û ev tişt got: "Tiftikên qasî 30 santîmî ji mera tên û em wan li gorî mezinbûn û piçûkbûna pêlavan dibirin. Pişt re bi benên rengîn yên bi boyaxê amade kirine, em li ser neqiş û nemûşan çê dikin. Bi taybetî em li gorî cil û bergên mêran û li gorî fîstanên jinan nemûşan li ser çê dikin. Dîsa li ser tiftikan em li gorî pêlav û cilan kemeran çê dikin, kemer û pêlavan li gorî ku li hev bên dineqişînin."
 
Emen da zanîn ku ev pîşeya li ber tunebûnê ye, lê ji ber ku ew xwedî lê derdikeve gelekî kêfxweş e. Emen ji ber ku dayika Sundus ev kara nîşanî wî kiriye, minetdariya xwe tîne ziman û aşkera kir ku ew vî pîşeyî hînê xebatkarên xwe dike.