Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir

img
WAN - Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve tê lidarxistin, bi govendê dest pê kir. 
 
Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin, bi pêşengeha wêneyan a li baxçeyê avahiya HDP’ê ya bajêr hatiye vekirin û govendê dest pê kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Komeleya Çandê ya Aryen û gelek kes beşdar bûn. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Ebexê Gonul Ûzûnay ku di destpêka mîhrîcanê de axivî diyar kir ku armanca wan a lidarxistina mîhrîcanê balkişandina ser qirkirina çandî, komkujiya jin û xwezayê ye. Piştî axaftina Ûzûnay, Tîma Folklorê ya Jinên Sûrê ya Amedê bi govenda xwe li ser dikê cih girt. Tîma govendê bi gelek lîstikên herêmî ve bala beşdarvanan kişand. Piştî tîma folklorê beşdarvanan bi stranan govend gerandin. Piştî gerandina govendê çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
KONSERA VEKIRINÊ ÎŞEV E
 
Di çarçoveya mîhrîcanê de wê îşev Koma Jin Ma Mûzîkê û hunermend Nûray Balik konserê bidin.