Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin

img

AGIRÎ – Şaredariya Panosê, derî bi derî digere û vegotinên çîrokbêj û degnbêjan qeyd dike. Şaredarî, agahiyên ku kom dike wê di koordînatoriya nivîskar Ayhan Erkmen de veguherîne antolojiyê. 

Şaredariya navçeya Panosê ya Agiriyê ku ji aliyê HDP’ê ve tê birêvebirin, wê antolojiya çîrok û dengbêjan amade bike. Di çarçoveya xebata ku bi koordînatoriya nivîskar û çîrokbêj Ayhan Erkmen hatiye destpêkirin de gund bi gund vegotinên çîrokbêj û dengbêjan bên qeydkirin. Wê xebat tenê bi vegotinan neyê kirin di heman demê çîrokên kilamên ku dengbêj dibêjin jî bên qeydkirin. Piştî xebata ku bi qasî 6 mehan berdewam bike wê pirtûka “Antolojiya Çîrok û Dengbêjan” bi 2 cîldan bên amadekirin. 
 
ANTOLOJOYA PARASTINA DENGBÊJIYÊ
 
Hevşaredarê Panosê Emrah Kiliç û nivîskar Ayhan Erkmen projeya ku dane destpêkirin vegotin. Hevşaredara Kiliç, diyar kir ku di serî de Panos herêma wan di hêla dengbêj û çîrokan de xwedî dîrokeke dewlemend e û wiha got: “Ji bo ku ev dewlemendî neyê windakirin me dest bi xebatên antolojiyê kir. Ji bo ku dengbêj karibin hunera xwe biafirînin me ji wan re navendek vekiriye. Li gel vê ji bo ku ev dewlemendî û ked winda nebe me biryar daku xebateke anotolojiyê bidin destpêkirin.” 
 
WÊ DU ANTOLOJÎ BÊN AMADEKIRIN
 
Nivîskar Ayhan Erkem jî destnîşan kir ku ji bo pêşengiya xebata antolojiyê dike gelek kêfxweş e û ev tişt anîn ziman: “Ji bo xebata antolojiyê em ê bi mehan bixebitin. Hem navçe hem jî herêm di hêla dengbêjî û çîrokên kurdî de gelek dewlemend e. Ne tenê li mala Dengbêjan a hatiye vekirin, em ê mal bi mal, derî bi derî bigerin û xebata xwe bikin. Ji ber xebata ku tê kirin gel jî gelek kêfxweş e. Çîrokên ku bên komkirin em ê weke 2 cîld biweşînin.”
 
WÊ XEBAT BI QASÎ 6 MEHAN BIDOMIN
 
Erkmen, da zanîn ku destpêkê lîsteya mirovên ku piştî Evdalê Zeynikê jiyana û li pey xwe berhem hiştine derxistine û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Piştî vê amadekariyê em gund bi gund, mal bi mal geriyan û ketin pey şopa çîrokên dengbêj û çîrokbêjan. Kesên em bi wan re hevdîtin dikin dengê wan qeyd dikin û dîmenên wan dikişînin. Tenê wê karê vê qeydkirinê bi qasî 4 mehan bidome. Belê em van qeydan derbasî nivîsê dikin. Armanca me ew e ku em di 6 mehan de xebatan bi dawî bikin û derbasî çapkirinê bibin.”
 
KALÊKÊ XWE VEDIBÊJE
 
Suleyman Ataseven ê 75 salî ku ji bo xebata antolojiyê serdana mala wî hat kirin, çîroka kalê xwe Şêx Tahir ku di zarokatiya wî de di guhê wî de kilamên dengbêjiyê gotiye vegot. Ataseven, ji ber xebatê kêfxweşiya xwe anî ziman û ev tişt got: “Ez gelek ditirsiyam ku çîrokên ku dizanim bi min re winda bibin lê ji ber vê xebatê êdî ev tirsa min nemaye. Divê herkes tiştên ku dizane ji zarokên û nebiyên xwe re vebêje. Divê çanda kurdan winda nebe û ji bo zindîkirina çanda kurdî di nav helwdanan de be.” 
 
MA / Dîndar Karataş