Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike

img
MÊRDÎN - Wênesaz Nurettîn Çakmak li şûna boyaxê qetran ango qîrê bikar tîne û wêneyên cuda çê dike. 
 
Wênesazê kurd ê ji Mêrdînê Nûrettîn Çakmak wêneyên xweşik ji qetranên ango qîrê çê dike. Nêzî 18 salan e bi terzek nû di wêneyên çêdike de li şûna boyaxê û pênûsrejiyê, qetranê bikar tîne. Çakmak wêneyên hunermendên kurd, pêşeng û şexsiyetên kurd, cih û warên dîrokî yên Mêrdînê li ser cawê neqiş dike. Çakmak li Mêrdîna qedîm kargehek vekirî ye û karê xwe li vir bi rê ve dibe. 
 
 
Çakmak bi wêneyên cuda balê dikişîne ser xwe û piştî hevalek wî qetranê pêşniyaz kiriye wî jî bi qetranê dest bi çêkirina wêneyan kiriye. Çakmak niha tevahiya berhemên xwe bi vê rêbaza qîrê çê dike. 
 
XEBAT KÊF Û ÎLHAMÊ DIDE WΠ
 
Çakmak behsa destpêka bikaranîna qetranê kir û got serê ewil gelek zehmet bû lê niha ew baş elimiye û ji qetranê wêneyên xweşiktir û balkêştir derdikevin holê. Çakmak da zanîn ku portre, rûyên însanan û mal, qesr, mizgeft, minare û dêrên dîrokî yên Mêrdînê bi wêneyên qetranê xweşiktir xwe radixin ber çavan. Çakmak anî ziman ku qetran reş e lê ew madeyek din jî bikar tîne û reng dide qetranê û bi van rengan wêneyan dixemilîne. Çakmak destnîşan kir ku ew girîngiyê dide ser kesayetên dîrokî, pêşengên kurd û netewên din û portreyên dengbêj Şakiro, Mele Mustafa Barzanî çêkiriye û niha jî li ser protreya hunermenda kurd Eyşe Şan dixebite. Çakmak diyar kir ku ew kêfê ji xebata bi qetranê digire û ev xebat îlhamê dide wî. 
 
MA / Ahmet Kanbal