Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot

img

AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û wê di 29’ê hezîranê de promiyera lîstikê were pêşandan. 

Şanoya Bajêr a Amedê di qada şanoya kurdî de her ku diçe bi lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car e ku romana Don Kîşot (Don Kîxot) wek lîstikek kurdî derdikeve ser dikê. Lîstik ji romana Miguel De Cervantes a Don Kîşot hatiye wergirtin. Ferhad Feqî ku şanonameya lîstikê amade kiriye di heman demê de derhêneriya lîstikê jî dike. Wergêra lîstikê jî ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye kirin. 
 
Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Dîcle Guneş Yavûz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz di lîstikê de dileyîzin. Wê lîstik sibê derkeve ser dika Şanoya Bajêr a Amedê û promiyera wê ya were pêşandan. Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş derbarê lîstikê û xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.
 
DI 29’Ê MEHÊ DE PROMIYERA EWIL E
 
Ozcan Ateş da zanîn ku beriya pênç salan jî xwestibûn lîstika Don Kîşot bilîzin lê ji ber şert û mercan nikaribûn bilîzin û wiha got: “Wê demê jî derhenêrê lîstikê Ferhad Feqî bû. Ferhad Feqî li Elmanyayê dijî û karê şanoyê dike. Don Kîşot fikra wî bû. Piştî 5 salan li ser xebitî, hin sahne ji romana Cervantes derxist û ji wan şanonameyek çêkir. Pişt re li me geriya û got ‘ez dixwazim em bi hev re vê lîstika Don Kîşot bilîzin’. Me jî weke Şanoya Bajêr a Amedê biryar da ku em bilîzin. Niha em xebatên wê didomînin. Qasî 2-3 meh in em li ser dixebitin. Niha li ber haziriyê ye. Em ê di 29 û 30’ê hezîranê de promiyera wê çêbikin û derkevin pêş temaşevanan.”
 
‘DIXWAZE BINDEST Û MAZLÛMAN BIPARÊZE’
 
Ateş qala naveroka lîstika Don Kîşot kir û wiha axivî: “Don Kîşot çîrokên şovalyeyan dixwîne û derdikeve rêyekê, dixwaze bindestan û mazlûman biparêze. Li hemberî kesên ku zilmê dikin, dixwaze li cem yên bindest bisekine û wan biparêze. Armanca me ya lîstikê nîşandana rastiyekê ye. Em di lîstikê de rastiyê û nerastiyê bi hev re didin nîşandan.”
 
WÊ DERKEVIN TURNEYAN
 
Ateş xwest ku xwe bigihînin hemû bajarên ku kurd lê dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku me li Amedê ev lîstik du caran pêşkeş kir, em difikirin mehekê navber bidinê. Piştî mehekê wê turneya lîstikê çêbibe. Li metropolên Tirkiyeyê jî wê turne li bajarên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê jî were nîşandan. Heke hewcedarî çêbibe car caran em ê li Ewropayê jî turneyan çêbikin.”
 
‘EM VALA NESEKININ’ 
 
Ateş bi lêv kir ku şewba vîrûsa coronayê weke hemû beşên kar bandora xwe li xebatên çandî jî kir û wiha pê de çû: “Em di vê pêvajoyê de jî vala nesikînin. Rast e em nikaribûn şanoyê bilîzin lê ji xeynî şanoyê me xebatên bernameya henekan Hinek Henek dan destpêkirin. Em zêdetir li ser vê sekinînin. Ji ber me nikaribû lîstikên şanoyê li ser dike nîşanî temaşevana bida em li ser medya civakî û ekranên televîzyonan derketin pêşberî şanohezan. Niha jî çiqas bandora pandemiyê hebe jî eleqeyek jî heye.”
 
AMADEKARIYA LÎSTIKEK NÛ DIKIN
 
Ateş anî ziman ku ji bo sezona nû amadekariya lîstikeke nû dikin û wiha got: “Niha navê lîstikê ne diyar e lê wê di nava sezonê de xebateke din dest pê bike. Em zêdetir li ser lîstikên zarokan difikirin. Divê teqez em lîstikekê ji bo zarokan çêbikin.”
 
‘EM BI SAYA TEMAŞEVANAN LI SER PIYA NE’ 
 
Ateş diyar kir ku temaşevan bi awayekî rihet dikarin li şanoya wan temaşe bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Temaşevan pir bi rihetî dikarin werin lîstikan temaşe bikin. Ji ber ku me bergiriyên pandemiyê girtine. Em bi saya temaşevanan li ser piya ne, em sipasiya temaşevan û xelkê xwe dikin ku temaşeyî lîstikên me dikin.” 
 
MA /  Fahrettîn Kiliç - Eylem Akdag