Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!

img

RIHA - Walîtiya Rihayê dê ji bo projeya xwe ya derbarê Gola Masiyan de, kursên li Kulliyeya Destkariyê ya Rizvaniyeyê bigire. Hosteyê fîqê û perwerdekar Ahmet Ateş, xwest ew jî daxilî nav projeyê bên kirin û got: "Yan na, dê rengek ji rengê Gola Masiyan kêm bibe." 

 
Li Kulliyeya Destkariyê ya Rizvaniyeyê a li Gola Masiyan atolyeyên wekî fîq, qezaî, ebrû, tezhîp, fîlografî, kalîgrafî, neqaşî û hwd. hene. Lê belê Walîtia Rihayê di çarçoveya projeya "başkirinê" de kulliyeyê val dike. Hoste û perwerdekarê fîqê Ahmet Ateş (35) anî ziman ku walîtiyê 4 sal berê ev der ji bo 15 salan dawî wan û naxwazin ev der bê valakirin. 
 
Ateş, xwest ew jî daxilî nav projeyê bên kirin. 
 
Ateş, anî ziman ku nêzî 15 sal in fîqan çêdike û perwerdehiyê dike. Ateş, diyar kir ku beriya Kulliyeya Destkariyê ya Rizvaniyeyê karê xwe li malê dikir û 4 sal in jî li kulliyeyê hem fîqan çêdike hem jî perwerdehiyê dide û di vî 4 salî de 4 kes li ber destê wî bûne hoste. 
 
Ateş, da zanîn ku atolyeya wan li herêmê tekane atolye ye ku girêdayî Wezareta Çandê ye û ji ber vê atolyeyê di 4 salan de li Rihayê hejmara kesên li fîqê dixin zêde bûye. 
 
‘DÊ RENGEK JI RENGÊ GOLA MASIYAN KÊM BIBE' 
 
Ateş, destnîşan kir ku ji ber ku li Gola Masiyan e, avantajek wan heye û got: "Herî zêde turîstên xwecihî û biyanî tên vê derê. Muzîkjen tên vê derê, kesy çêdibe em wan nas dikin. Ev ji bo me pir girîng e. Li herêmê ji xeynî min kes fîqan çênake. Divê walî me jî daxilî nav vê projeya xwe bike. Em li vir ji mêvanan re li fîqê dixin. Em ne li vir bin, dê ji bo me ne kêmasiyek mezin be, lê dê rengek ji rengê Gola Masiyan kêm bibe. Kesên tên vê derê ziyaret dikin, dixwazin em li vir bin. 4 sal in em li vir in û em kirê nadin. Ev, ji bo me alîkariyek e. Bila me ji vê bêpar nehêlin. Em heqê ceryan û avê didin û ji niha pê de em rabin heqê kirê bidin, em ê nikaribin vî sinhetî bikin. Dahata me û mesrefên me li hev dernayên." 
 
‘DIVÊ PIŞTGIRIYA HUNERÊ Û HUNERMENDAN BÊ KIRIN' 
 
Ateş, bilêv kir ku ji salekê zêdetir e ji ber pandemiyê pir fîq nefirotine û got: "Di dema pandemiyê mirovan nego em li mal in kam ji xwe re wextê xwe baş derbas bikin û enstrumanekê hîn bibin. Îro ro hema bibêje huner nemaye. Dewlet divê piştgiriya hunerê û hunermendan bike. Em niha vî karî dikin, heger em biwestin û em dev jê berdin, dê kes neke. Dibêjin pifkirina fîqê zehmet e, na ne wisa ye. Kesên dixwazin hîn bibin heger sebr bikin, dê bi perwerdehiyeke kurt bi rihetî pif bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar