Tiştên hatine serê penaberan xêz dike

img

WAN - Ercan Altûntaş ku tiştên di rê de hatine serê penaberan xêz dike, got: "Heger li welatekî demokrasî, hiqûq û aborî tune be, her kes penaber e." 

Wênesaz Ercan Altûntaş, di 14'ê Hezîranê de bi tevkariya Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhedê pêşangeha "Artîn"ê li dar xist. Altûntaş, penaberên ku bi hêvî dane ser rêyan, lê bi gelek trajediyan re rû bi rû mane, xêz dike. 
 
Altûntaş, anî ziman ku her wêneyeke wî xwedî çîrokeke cuda ye, lê belê herî zêde Artînê pitik bandor lê kiriye ku gava tevî malbata xwe li Îngîltereyê li keştiyekê siwar bûye û keştî noq bûye û 7 meh şûn de cenazeyê wî hatiye dîtin. Altûntaş, behsa çîroka wêneyê ji bo Artînê pitik xêz kiriye kir û got: "Gava me li peravê cenazeyê Alan Kurdî dît, em pir li ber ketin. Di mirina Artîn de jî me tenê qoçikê wî dît. Ji ber ku me cenazeyê wî nedît, drama wê ji bo mirovan kêm e. Ji ber vê min qoçikê Artîn xêz kir." 
 
DIVÊ SÎNOR BÊN RAKIRIN 
 
Altûntaş ku got "Heger li welatekî demokrasî, hiqûq û aborî tune be, her kes penaber e" destnîşan kir ku ji bo welatan hêmane herî girîng azadiya civakê ye. Altûntaş, anî ziman ku li welatên penaberan ji bo wan qadeke azad jî tune ye û got: "Îro tenê ne li Kurdistanê, li Afrîka an jî li Meksîkayê mirov ji bo azadiya xwe ber bi mirinê ve diçin. Her kes ji dêvla ku penaberiyê wekî dramayekê bibîne, divê berpirsiyariya xwe bibîne. Divê em 'dîkekirinê' ya li dijî penaberan ji holê rakin. Divê em sînorên di navbera xwe û penaberan de rakin. Divê em bibêjin, 'ev cîhan, ev ax, ev welat û ev dar ên me hemûya ne.'" 
 
Altûntaş, destnîşan kir ku tekane rêya têkoşîna li hemberî penaberan rêxistinbûyîna li dijî zext û zoriyên dewletan e.