Li dijî pişaftinê komele vekirin

img

ENQERE – Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başak ku li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hatiye vekirin, di serî de zimanê zikmakî wê di gelek mijaran de perwerde bide.

Kurdên ku li taxa Huseyîngazî ya navçeya Mamakê ya Enqerê dijîn, di serî de kurdî li dijî her cure polîtîkayên pişaftinê yên li ser xwe Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başak vekirin. Komeleya ku wê derbarê zimanê kurdî, çand û hunerê de perwerde bide, bi nêrin û hewldanên hevpar ên niştecihên taxê hat avakirin. 
 
PEYWIRA BINGEHÎN ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE
 
Rêveberên komeleyê ku xebatên di çarçoveya komeleyê de bên kirin vegotin, destnîşan kirin ku kurdên li taxa Huseyîngazî dijîn di serî de ziman têkildarî xebatên çand û hunerê de gelek zehmetî dikişinin. Serokê Komeleyê Erdogan Yildirim, da zanîn ku zarokên kurdan bi pişaftinê re rû bi rû ne û wiha got: “Em ê bi xebatên ku bikin bale bikişînin ser kurdî. Me bi pirsa “em dikarin çawa perwerdeya zimanê zikmakî bidin zarokên xwe?” dest bi karê xwe kirin.  Em ê kurdî hînî zarokên xwe bikin û piştre bi tûrnûvayên saz û wênexizkirinê xebatên xwe bidomîn. Hînkirina zarokan a zimanê zikmakî peywira me ya bingehîn e.”
 
‘LI DIJÎ PIŞAFTINÊ HAT AVAKIRIN’
 
Rêveberê komeleyê Eşref Ozvîran jî diyar kir ku bi armanca parastina nirxên civakî hatine glhev û ev tişt anîn ziman: "Metopol dinya û gerstêrkên cuda ne. Dema ku mirov tên metropolan di parastina nirxên xwe yên civakî de zehmetiyan dikişinin.  Li dijî feraseta tekperest a dewlet li me ferz dike, weke kurd em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”