Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dê dest bi perwerdehiya rûbirû bike

img

AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê wê di meha gulanê de dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Perwerdekarê komeleyê Omer Baran got: "Hêla wê ya aborî ne xem e, a girîng mirov tiştekî hîn bibin." 

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku par li navçeya Sûr a Amedê hat avakirin, piştî kursên onlayn dê di meha Gulanê de dest bi perwerdehiya rû bi rû bike. Komeleyê ji ber pandemiyê kursên gîtar, erbane, şano û wênegiriyê dabbûn sekinandin û tenê bi awayekî onlayn dersên muzîk û resmê didan. 
 
Perwerdekarê komeleyê mamosteyê muzîkê Omer Baran, behsa xebatên komeleyê kirin. 
 
Baran, anî ziman ku nêzî 8 sal in dersên deng û enstrumanan dide û niha tevî 12 hevalên xwe bênavber dixebitin. 
 
Baran, destnîşan kir ku bi "feraseta piyaseyê" nêzî hunerê nabin û got: "Xebatên me yên çandî cuda ne. Heger hûn ji bo aboriyê muzîkê bikin, hûn ê nikaribin bibin muzîsyen. Divê ferqek me hebe. Ez ji xwendekarên xwe re tim dibêjim, 'huner nayê firotin.' Ji lew re gava hûn hunerê ji bo aboriyê bikin û hûn ê nikaribin hilberînin." 
 
‘DIVÊ LI HER MALÊ ENSTRUMANEK HEBE' 
 
Baran, destnîşan kir ku di gihandina zarokan de muzîk û huner pir girîng in û got: "Lewa divê li her malê ensturumanek hebe. Ji lew re zarokan daxilî nav civakê dike û wan ji tiştên xirab dûr dixe. Mêjiyê wan zelal dike." Baran, bilêv kir ku kesên bi muzîkê re eleqedar dibin kesine taybet in û got: "Heger li her malê enstrumanek hebûna, dê mirov hemû ji hunerê ehz bikirana û qîmet bidanayê." 
 
BANGAWAZΠ
 
Baran, bilêv kir ku hunera wan ji bo civakê ye û dixwazin kedkarên hunerê yên nû li civakê zêde bikin û got: "Em dixwazin muzîkjen û perwerdekarên muzîkê bigihînin. Em hêla wê ya aborî anfikirin. A girîng mirov tiştekî hîn bibin. Ev ji bo me cihê dilxweşiyê ye." 
 
Baran bang li her kesî kir ku tevli kursan bibin. 
 
SERLÊDAN HEYA 13'Ê GULANÊ NE 
 
Serlêdanên kursên gîtar, erbane, şano, wêne, muzîk û resmê di 13'ê Nîsanê de dest pê kirine û dê heya 13'ê Gulanê dest pê bikin.