Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya sala 1984’an a ji aliyê Enstîtuya Kurdî Parîsê ve hatibû lidarxitin, hat weşandin. Newroza ku bi coş hatiye pîrozkirin, gelek hûnermendên navdar ên mîna Ciwan Haco, Şivan Perwer û Yilmaz Guney cihê xwe di pîrozbahiyê de digirin. 
 
 
Hunermend Ciwan Haco, li ser hesabê xwe yê medya civakî, qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya sala 1984’an a ji aliyê Enstîtuya Kurdî Parîsê ve hatibû lidarxistin, parvekir. Kurdên sîrgûnî derveyî welat hatin kirin di vê şahiya pîrozbahiya Newrozê de kom dibin. Kurdên ku di wê dîrokê de, qedexe bû li ser axa xwe Newrozê pîroz bikin, di vê pîrozbahiyê de helwesta xwe ya yekitiya neteweyî datînin holê.   
 
HÛNERMENDÊN LI SÎRGÛNÊ 
 
Di Newroza ku bi coş hatiye pîrozkirin de, gelek hûnermendên navdar ên mîna Ciwan Haco, Şivan Perwer û Yilmaz Guney cihê xwe di pîrozbahiyê de digirin û kêliyên xweş bi beşdarvanan didin jiyîn.