Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!

img

RIHA - Li Rihayê Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê ku wekî warê aştiyê jî tê zanîn, bûye sergo û warê defînegeran. 

 
Li Taxa Selçûklû ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê ku tê texmînkirin di sedsala 2'yan de hatiye avakirin, her diçe hîn bêtir kavil dibe. Ji ber ku nayê parastin, bûye wargeha kolandinên qaçax. Heya niha hema bibêje kîjan şaredar dest bi kar kiriye ji bo keşîşxaneyê gotiye "Ê bê restorekirin. Ê bê parastin." Lê halî hazir niha hindik maye hilweşe. 
 
KEŞÎŞXANEYA DEYR YAQÛBÊ
 
Keşîşxane, gava hatiye avakirin du qatî bûye. Lê belê ji ber bêxwedîtiyê niha bûye loda keviran. Li devera ku lê ye şikeftên dîrokî, rêya kevin, serdav û atolyeyên keviran û gelek bermayiyên dîrokî hene. Şikeftên ku berê mirov tê de diman, niha wekî axurên heywanan tên bikaranîn. Li bakurêrojavayê keşîxaneyê, goristanek heye. Li bin paceya goristanê ya berê wê li rojhilat e, kîtabeyeke durêzikî heye ku ev rêzik bi grekî û surayniya Palmîrayê ne. 
 
Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku heya çend sal berê jî malbatên ji hev xeydan dihatin vir bi hev re xwarin dixwarin û li hev dihatin. Lê belê ev demeke ev adet jî nemaye. 
 
SEROBINO BÛYE 
 
Lê belê niha keşîşxane û devera ku lê ye ji rêx, bişkul û toz û gemarê xalî nabin. Niha tenê du deriyên keşîşxaneyê mane û defînegeran jî gelek deverên wê kolan e û qulqulî kirine. Ji ber ku ber dîwarên wê hatine kolandin, dîwarên wê ni erdê de çûne û gelek hêlên wê jî hilweşiyane. 
 
Eyub Ordek û Mûhamet Ûygûr ku li devereke nêzî keşîşxaneyê çandiniyê dikin, bang kirin ku xwedî li keşîşxaneyê bê derketin. 
 
Mûhamet Ûygûr, anî ziman ku zarokatiya wî li van deran derbas bûye û berê keşîşxane ne di vî halî de bûye. Ûygûr, destnîşan kir ku keşîşxane ji ber bêxwedîtiyê her diçe hildiweşe. Ûygûr, bilêv kir ku mezinên wan gotine keşîşxane berê du qatî bûye û got: "Tê gotin ku Azîz Yaqûb wê çêkiriye. Ji ber ku lêkolîneke berfireh nehatiye kirin, em jî tam nizanin kî ji bo çi bi kar aniye. Li dora Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê gelek şikeft hene." 
 
‘LI KEŞÎŞXANEYAN XIZÎNE TUNE NE' 
 
Ûygûr, bilêv kir ku gelek kes serdana herêmê dikin, lê belê ji ber ku rêya vir nehatiye çêkirin hin kesên dixwazin bên nikarin werin. Ûygûr, diyar kir ku heger rê bê çêkirin dê gelek kes bên vira û got: "Ev der cihekî dîrokî ye. Divê bê restorekirin. Lê belê ji ber defînegeran xirab dibe. Ez ji kesên tên li keşîşcaneyê li xizîneyan digerin re dibêjim; li keşîşxaneyan xizîne tune ne." 
 
SOZÊN XWE BI CÎ NEANÎN 
 
Ûygûr, diyar kir ku heya niha ji bo vir tiştek nehatiye kirin û got: "Di dema hilbijartinan de dibêjin dê vir bikin warê turîzmê. Dibêjin, lê nakin. Ev dîrokek e, mixabin ji ber xwedî lê nayê derketin ê xirab bibe. Dibêjin Riha 'bajarê pêxembera ye', lê rêz û hurmeta ji bo keşîşxaneyê tune ye. Divê bi qasî mizgeftan rêz ji bo van mekanan jî hebe. Divê civak di vî warî de bê serwextkirin. Notirvanekî wê jî tune ye ku wê bipraêze. Bêxwedî ye. Divê rayedara sozên xwe bi cih bînin. Divê ev dîrok winda nebe." 
 
Welatiyê bi navê Eyyup Ordek ê 46 salî jî diyar kir ku zarokatiya wan li van deran derbas bûye û got: "Gava em zarok bûn, ev der paqijtir û xweşiktir bûn. Ji ber ku mifha wan di vir de tune ye, xwedî lê dernakevin." 
 
Ordek, destnîşan kir ku ev der "herama aştiyê" ye û got: "Malbat li vir li hev dihatin, lê niha tu dibê qey bûye cihê şînê. Rayedar dibêjin em ê xwedî lê derkevin, lê tiştekî nakin. Rêyek vê derê jî tune ye. Her wiha kesên tên jî divê çopên xwe bi xwe re bibin. Divê zirarê nedin vir. Me ev berhem dîtin, divê nifşine din jî bibînin." 
 
MA / Emrûllah Acar - Bariş Polat