Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist

img

AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewilî li dar xist. Sultay Yaray û Mehmet Devîren bûn hevserokên komeleyê. 

Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê xebatên xwe birêve dibe 1'emîn Kongreya Asayî li avahiya xwe li dar xist. Di kongreyê de rêveberiya nû hat bijartin. Sûltan Yaray û Mehmet Devîren ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin. 
 
Di kongreyê de ji bo nivîskarên kurd bi hev bişêwirin û xwe birêxistin bikin û ji bo xebatên hin bêtir bi hêz divê çi were kirin nîqaş hatin kirin. Ji bo pêşxistina wêje û ziman pilansaziya xebatê hat kirin. Pêşniyazên ku şaxên komeleyê li Wan û Batmanê vebin jî hatin kirin. Her wiha ji bo serdema bê pilansaziya kargeh, semîner, konferans û xebatên bi vî awayî li ser zaravayê kurmancî, dimilkî û soranî werin lidarxistin hat kirin.