Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin

img
AMED – Pira Gabon a li navçeya Hênê ya Amedê di bin navê “firehkirina rê” de ji aliyê komên rêya bejahiyê ve hat hilweşandin. 
 
Pira Gabon a li ser rêya Amed û navçeya wê Hênê ku bi dîroka xwe tê nasîn di bin navê “firehkirina rê” de ji aliyê ekîbên Rêya Bejahiyê ve bi makîneyên kar hat hilweşandin. Pira Gabonê bi mîmariya xwe û berhemek hunerî ya xweşk tê zanîn û tê gotin aydê serdema navîn e. Her çiqas ji bo tomarkirina pire serî li Miduriyeta Parastina Nirxên Çandî ya Amedê hatibe xistin jî lê ji bo tomarkirinê guncav nehatiye dîtin.