Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin

img
 
WAN - Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen ku ji ber şewba vîrûsa koronayê navber dabû xebatên xwe, qeydên qursan da destpêkirin
 
Li Wanê  Navenda Çand û Hûnerê ya Aryenê di bin sîwana gelek hûnermendan de bi derfetên herî kêm ve hatibû vekirin. Lê ji ber belavbûna şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) navendê navber dabû xebatên xwe û li ser medyaya civakî xebatên xwe birêve dibirin. Li gel serdema nû navendê dest bi xebatên xwe kir. Di vê serdemê de wê navend bi waneyên pîyano, def, wêne, sentûr, gîtar û kargehên zarokan derkevin pêşberî hûnerhezan. Dê wane di 10'ê îlonê de dest pê bikin.
 
SERLÊDAN DEST PÊ KIRIN 
 
Yek ji mamosteyên Navendê Baran Sari têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku ew ji serdema nû re amade ne û wiha got: "Wekî ku hûn jî dizanin ji ber vîrusa koronayê me jî wekî her saziyekî navber dan xebatên xwe. Li tevî hemû neyîniyan me di vê navberê de jî dîsa qursên xwe dane despêkirin. Lê me bi baldarî û bi hejmareke kêm dersên xwe dan. Me berê dersên komî jî çêdikirin lê belê êdî dersên me hemû taybet tên dayîn. Şagirt û mamosteyên me bi maske û mesafe waneyan dibînin. Îro şûnde me serlêdanên qursa dîsa dan despêkirin. Hete ku kontenjan tije bibin wê serlêdanên me bidomin. Hûn jî serî li navendê bidin û xwe bigihînin me. Em li benda we şagirtan in."