Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din

img

AMED - Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kir. Pirtûka çîroka "Avahiya Kevirî û Ên Din" a Asli Erdogan bi wergera erd Agron û romana Mahmut Yamalak "Rêwingî" derkete pêşberî xwendevanan. 

Weşanên Aryen, bi 2 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendevanan. Weşanxaneya ku bi gelemperî xebatên girtiyên siyasî digire dest û di navbera girtîgehan û xwendevanan de pirekê ji wêjeyê ava dike, pirtûka çîrokan a nivîskara bi nav û deng Asli Erdogan "Avahiya Kevirî û Ên Din" wergerî kurdî kir û çap kir. Wergera pirtûkê ji hêlâ erd Agron ve, ku ew bi xwe jî zêdetirî 20 salan e di girtîgehê de ye û bi pirtûka xwe ya "Dîwana Hestiyan" tê nasîn hate kirin. 
 
Pirtûka din ku weşanxaneyê çap kir jî romana Mahmut Yamalak a bi navê "Rêwingî" ye. Romana ku ji 338 rûpelan pêk tê, romana Yamalak a 3'yemîn e. Nivîskar Yamalak ê ku di sala 1969'an de li Dutaxa Agiriyê hatiye dinyayê, di ciwantiya xwe de 2 salan di girtîgehê de maye û piştî derketiye tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Yamalak ê ku di sala 1994'an de careke din hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn niha di Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê de dimîne û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne. 
 
Romanên wî yên bi navê "Mermer Kanatlı Kuşlar" û "Tarîderya" ji Weşanên Aramê derketibûn.