Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye

img

AMED - Di ser operasyona li dijî siyasetmedar û şaredarên Kurd ên destê wan kelepçe kirin û rêz kirin re 11 sal derbas bû. 11 sal berê şaredar û siyasetmedarên Kurd destê wan kelepçe kirin û wêneyê wan parve kirin. Têkildarî mijarê Prz. Muharrem Erbey, diyar kir ku zilma duh û îro nehatiye guhertin û wiha got: "Hişmendî nehatiye guhertin. Destê siyasetmedarên kurd duh jî kelepçe kirin û îro jî kelepçe dikin." 

Di 4'ê Adara 1994'an de parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan, Leyla Zana, Hatip Dicle û Selim Sadak li meclîsê bi erdê re kaş kirin û girtin û şandin girtîgehê. 15 sal şûnde dîsa di bin navê operasyona “Meclîsa Tirkiyeyê ya KCK'ê" de dîsa li dijî siyasetmedar û nûnerên Kurd dest bi operasyonê kirin. Di 14'ê Nîsana 2009'an de dest bi operasyonan kirin û 2 salan dewam kir. Di operasyona ewil da 14'ê Nîsanê de 52 siyasetmedarên Kurd binçav kirin û girtin. Di 17'ê Hezîranê de dîsa operasyon li dar xistin û vê carê endam û rêveberên KCD'ê jî di navde 18 siyasetmedarên Kurd binçav kirin û girtin. Di 11'ê ÎLona 2009'an de li dijî sendîkavan û kedkaran operasyon li dar xistin û 35 kes binçav kirin û girtin. 
 
LI DIJÎ ŞAREDARAN OPERASYON 
 
Di 24'ê Kanûna 2009'an de vê carê li dijî Şaredarên DTP'î û siyasetmedarên Kud operasyon li dar xistin. Di vê operasyonê de 36 kes hatin binçavkirin û 8 kes li dozgeriyê hatin berdan. Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, yê Êlihê Nejdet Atalay, yê Cizîrê Aydin Budak, yê Peyasê Zulkuf Karatekin, yê Sûrê Abdullah Demirbaş, yê Çinarê Ahmet Cengîz, ya Wêranşarê Leyla Guven, yê Pirsûsê Ethem Şahin, yê Qoserê Ferhan Türk, yê Piranê Abdullah Akengin, Wekîlê Şaredariya Amedê Alî Şimşek, Serokê Şaxa ÎHD''ê Muharrem Erbey hatin girtin. Di nava siyasetmedarên hatin girtin de siyasetmedar ê Kurd Hatip Dicle jî hebû. 
 
DESTÊ WAN KELEPÇE KIRIN Û RÊZ KIRIN PIŞTRE WÊNE KIŞANDIN
 
Di operasyona li dijî şaredaran de destê şaredaran kelepçe kirin û li pey hev rêz kirin. Piştre wêneyê wan kişandin û belav bikin. Wêneyê şaredaran ê destê wan bi kelepçe rastî bertekên hişk hatin. Di operasyonên KCD'ê ya Sereke de li Amedê 154 kes hatin darizandin. Di sala 2010'an de navber dan operasyonê û di sala 2011'an de dîsa di navbera 4-28'ê cotmeha 2011'an de operasyon li dar xistin. Vê carê li Stenbolê bi heman navî operasyon li dar xistin. Di navde akademîsyen Ragıp Zarakolu, Buşra Ersanli û siyasetmedarên Kurd jî heye 205 kes hatin binçavkirin û 147 kes hatin girtin. Darizandina bi navê "Doza KCD'ê ya Stenbolê" hêj didome. 
 
Operasyona li Stenbolê berdewam kir û vê carê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin binçavkirin û girtin. Di 22'ê mijdara 2011'an de li 16 bajaran operasyon li dar xistin û 46 parêzer binçav kirin. Ji 46 parêzeran 33 parêzer hatin girtin. Darizandina parêzeran 8 salin didome. Piştî parêzeran vê carê li dijî çapemeniya Kurd operasyon li dar xistin. Di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya Kurd ku xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dicle (DİHA), Azadiya Welat û Ozgur Gundem jî di navde hebûn 49 rojnameger hatin binçavkirin. Ji wan 36 rojnameger hatin girtin. Darizandina bi navê "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" didome. 
 
Dîsa di bin navê "KCK" ê de operasyona dawî di 13'ê Çileya 2012'an de li Stenbolê li dar xistin û 17 bajaran 39 kes hatin binçavkirin û jê 31 siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Li gel operasyonên "Doza KCK'ê, di navbera 2009-2011'an de dîsa li dijî gelek siyasetmedarên Kurd operasyon hatin li dar xistin û gelek siyasetmedar hatin girtin. Bi sedan siyasetmedarên Kurd hatin darizandin û bi hezaran sal ceza li wan hat birin. 
 
Dozger û dadgerên daraza di kontrola Cemaeta Fethullah Gulen de bûn, bi biryar û fermahan ÎQtîdara AKP'ê li dijî siyasetmedarên Kurd operasyon li dar xistin û bi sedan siyasetmedarên Kurd ceza kirin. Hekîm û dozgerên girêdayî Cemaeta Fethullah Gulen piştî Hewldana 15'ê Tîrmeha 2016'an bi îdîaya endamên "FETO " ne hatin girtin. Li gel ku siyasetmedarên Kurd ji aliyên dozger û dadgerên wekî endamên "FETO" hatin girtin, hatin darizandin û girtin jî dîsa îro doza wan berdewam dike. 
 
Darizandina "Doza KCK'ê ya sereke ya Amedê 10 salan berdewam kir. Ji vê dozê 99 siyasetmedar rastî ceza hatin. 55 siyasetmedar beraet kirin. Dadgehê Hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj ceza li siyasetmedaran birî.
Dadgeha bilind cezayê 59 kesan erê kir û 475 sal cezayê girtîgehê li wan birî. Cezayên din jî xera kir.
 
CEZAYÊ 2 WEKÎLÊN HDP'Ê ERÊ KIR
 
Dadgeha bilind cezayê Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari erê kir û 9 sal ceza birî. Cezayê Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven jî erê kir û 6 sal û 3 meh ceza birî. Heyetê cezayê wekîlê HDP'ê Tayip Temel ku 18 sal birî bû û cezayê wekila HDP'ê Pero Dündar ku 9 sal berî bû xera kir. 
 
Darazê cezayê Wekîlê Partiya Demokrasiyê yê berê Hatip Dicle, Şaredar Zulkuf Karatekin, Nadir Bingol, Yuksel Baran, Sara Aktaş, Rêveberê BDP'ê Abbas Çelik, Ahmet Erden, Cibrahil Kurt, Nihayet Taşdemir, Pinar Işik, Elif Kaya, Perguzar Kaygısız, Zahide Besi, Adil Erkek, Mahmut Okkan û Burhan Karakoç erê kir û 9 sal ceza erê kir. 
 
Dadgehê cezayê Şaredar Abdullah Akengin, Ahmet Ertak, Aydın Budak, Emrullah Cin, Ethem Şahin, Fırat Anli, Gulcihan Şimşek, Huseyin Kalkan, Yurdusev Ozsokmenler, Selim Sadak, Erol Abdil, Şeyhmus Bayhan û Nuran Atlı Soyler erê kir û 6 sal û 3 ceza birî. 
 
DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ 
 
Operasyonên li dijî siyasatmedarên Kurd bi dawî nebûn. Herî dawî di 4'ê Mijdarê de li dijî HDP'ê operassyon li dar xistin. Di operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin û girtin. Di 2016'an de qeyûm tayînî 96 şaredariyan kir. Hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an dîsa li dijî şaredariyên HDP'ê operasyon li dar xistin û heta niha qeyûm tayînî 32 şaredariyan kir û 22 Hevşaredar hatin girtin. 
 
10 HEZAR SIYASETMEDARÊN KURD HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Di "Operasyonên KCK'ê" de li Tirkiyeyê nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û bi sedan hatin girtin. Li gorî daneyên HDP'ê 15 hezar kes hatin binçavkirin. 6 hezar kes hatin girtin. 
 
Yek ji kesên di operasyona "Doza KCK'ê ya Sereke" de hat binçavkirin û girtin û piştre 6 sal û 3 meh ceza lê birîn. Prz. Muharrem Erbey e. Prz. Erbey, pêvajoya operasyonên li dijî DEP û HDP’ê nirxand û diyar kir ku di hişmendiyê de tu tişt nehatiye guhertin. Prz. Erbey ku heta 6 sal û 3 meh cezayê wî xelas bû mafê parêzeriyê ji destê wî girtin, diyar kir ku "Doza Sereke ya KCK'ê" cewherê meseleya Kurd e û wiha got: "Gelê Kurd ji bo li ser ax û erdnîgariya xwe bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn û siyaseta xwe bikin, bi salan e têdikoşin. Nêzî 200 salin ji bo nasnameya xwe têdikoşin. Gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd ev daxwazên xwe di salên dawî de zêde anîn ziman.  Piştî Kurd di qada legal de bûn xwedî hêz, vê varê dewletê ji bo siyaseta Kurd perçe bike dest bi van operasyonan kirin."  
 
Erbey, anî ziman ku di dema operasyonan de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bû û dosya dişopandin û wiha got: "Di 24'ê Kanûna 2019'an de ez jî ji heman sûcdariyê hatim binçavkirin û girtin. Ez 4 sal û 6 mehan girtî mam. Xebatên ku ji bo parastina mafên mirovan min kiribûn wekî sûc hatin dîtin. Bi armanca Kurdan bêdeng bikin û êdî daxwaza maf û hiqûqa xwe nekin xwestin wan bitepisînin. Li aliyekî rayedarên dewletê bang li Kurdan kirin û xwestin êdî berê xwe nedin çiyê, xwestin berê xwe bidin siyasetê. Li aliyê din jî dema Kurdan bi rêya siyaseta demokratîk mafê xwe parast vê carê dozek mezin li wan vekirin. Di doza sereke ya KCK'ê de hûn wekî delîl çek û kêrekê nabînin. Tu amûrê tundiyê tune ye. Lê dema em li doza Ergenekon, Balyozê dinerin, em dibînin ku çekên giran û cebilxane heye. Lê niha naveroka wê dozê vala kirin. Dosyayên dozê gelekan xera bû û betal bûn. Bi van dozan dirûtî carek din derket holê." 
 
HIŞMENDÎ NEHATIYE GUHERTIN
 
Erbey, bal kişand ser wêneyê şaredar û siyasetmedaran ên destê wan bi kelepçe û ji doza KCK'ê hatin binçavkirin û wiha axivî: "Mixabin em dibînin ku hêj hişmendî nehatiye guhertin. Hêj destê mirovan kelepçe dikin. Hêj destê siyasetmedaran di kelepçeyê de ye. Bi vê yekê dixwazin rûmeta wan binpê bikin û carek din siyasetê nekin. Lê ji înada van kesan re divê mirov di siyaseta demokratîk de israr bike. 
 
MA / Aydin Atay - Arjîn Dilek Oncel