STENBOL - Ahmet Yaman ê di pêvajoya komploya navdewletî li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû got: “Şopên ku Serok Ocalan di 66 rojan de hiştine îro jî berdewam dikin. Yên wê demê ciwan bûn îro li her derê ji bo gelê kurd têdikoşin.”
Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ku weke destwerdana yekemîn a hêzên emperyalîst di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de li Rojhilata Navîn tê dîtin, niha dikeve 23 saliya xwe. Ocalan ê ku piştî derxistina wî ya ji Sûriyeyê bi tercîha dê ya biçe "Çiya" û yan jî biçe "Ewropa" re rûbirû ma, ji bo şer kûr nebe û pirsgirêka kurd çareser bike rêya Ewropayê hilbijart. Ocalan piştî biryara xwe ya ku wekî "min xwe feda kir” pênase dike, pêşî çû Yewnanistanê. Piştî ku ji wir çû Rûsyayê, rawestgeha din a Ocalan Îtalya bû. Ocalan ku daxwaza penaberiya siyasî bi saya hewldanên serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê Massimo D’Alema ve hat qebûlkirin. Lê Ocalan ji ber zextên siyasî-aborî yên li ser hikumeta D’Alema neçar ma ku wî welatî biterikîne. ku welat biterikîne ji ber zêdebûna zextên siyasî-aborî li ser hukûmeta wî.
Ocalan 66 rojan li Îtalyayê ma û şopek mezin li pey xwe hişt. Sekn û nêrînên Ocalan li ba dilê hin siyasetmedar û rêxistinên sivîl ên Îtalyayê hûrmetê bi xwe re anî. Piştî çend salan şaredariyên Napoli û Palermo jî di nav de nêzî 40 şaredariyan Ocalan kirin hemwelatiyên xwe birûmet. Her wiha Şaredariya Rinano ya bi ser Floransayê ve di 24’ê îlona 2021’an de “Xelata Hemwelatiyê ya Rûmetê” da Ocalan.
Nûnerê Romayê yê Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan (ERNK) ya wê demê Ahmet Yaman ku di pêvajoya Îtalyayê de bi Ocalan re bû û beşdarî gelek hevdîtinan bû, qala tiştên di wê pêvajoya komployê de qewimîn kir.
PÊVAJOYA PENABERIYÊ
Yaman diyar kir ku wan rojên ku Ocalan li Rûsyayê bû bi serokên hin partiyên siyasî, wekîl û nûnerên rêxistinên sivîl ên li Parlamentoya Îtalyayê civîneke çapemeniyê li dar xistine û beşdaran Ocalan vexwendine Îtalyayê. Yaman diyar kir ku pêvajoya hatina Ocalan a Îtalyayê piştî wê dest pê kir. Yaman destnîşan kir ku wê demê, Rûsyayê dixwest pêşiya hatina Ocalan a Îtalyayê bigire û Elmanyayê jî di heman rojê de biryara girtinê derxist. Yaman diyar kir ku ew bi rayedarekî ji Îtalyayê re çûne Rûsyayê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîne û ew di heman rojê de bi şîrketeke balafiran re vegeriyane û wiha got: "Li gorî peymana me, me berê dizanîbû ku ji ber biryara lêgerînê ya Elmanyayê wê pêvajoyeke girtinê hebe. Biryar hat girtin ku girtîgeh li nexweşxaneyê be, ne li girtîgehê be. Ev pêvajo bi vî rengî dimeşe. Bi vî rengî, daxwaza penaberiyê ket meriyetê.”
Yaman diyar kir ku binçavkirina ku bi biryara Dadgeha Îstînafê ya Romayê hat pêkanîn, nêzî du hefteyan dom kir û pişt re Elmanyayê biryara girtinê ya navneteweyî rakir û daxwaza radestkirinê nekir. Yaman destnîşan kir ku Elmanyayê ji ber tirsa hatina Ocalan a girtî daxwaza radestkirinê nekiriye û biryara lêgerînê ya navneteweyî rakiriye û Elmanya ji ber nifûsa qelebalix a kurdan ditirsiya û ketibû nava panîkê.
HER KESÎ BI COŞEK MEZIN OCALAN PÊŞWAZÎ DIKIR
Yaman destnîşan kir ku hatina Ocalan a Îtalyayê bandoreke mezin li Ewropayê kir û wiha got: "Ev rewşeke ku kesî nedifikirî bû. Pêvajoyek hebû ku tê de raya giştî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Îtalyayê bi erênî nêzî pêvajoyê bûn. Li ser hatina Abdullah Ocalan a Îtalyayê coşek mezin di nava gel de hebû. Ev di parlamentoyê de jî xwe nîşan da. D'Alemo ragihand ku Ocalan hatiye Îtalyayê. D'Alemo diyar kir ku Ocalan rêberekî gelê kurd e, ew bi biryar e ku pirsgirêka kurd bi rengekî siyasî çareser bike û penaberiya wî gaveke ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi konferanseke navneteweyî ye. Berdevkên din ên partiya çep jî daxuyanî dan û ji sedî sed piştevaniyê kirin. D'Alemo got ‘Divê em penaberiya Ocalan qebûl bikin’. Li ser vê yekê, gelek berdevkên partiyên rastgir jî helwestek erênî nîşan dan.”
Yaman destnîşan kir ku ji bilî Îtalyayê welatên Ewropayê xwedî helwestek neyînî bûn û got: “Mînak, Elmanyayê biryara girtinê ya navneteweyî bi lez derxist, lê belê binçavkirina li nava welêt rakir. Ji mala ku serokê Swîsre lê dima telgrafek hat û got, ‘Li ser hatina welatê me nefikire, em te qebûl nakin’ Dozgerekî Fransî biryara lêgerîna li mala ku Ocalan li Îtalyayê dima da. Li malê lêgerîn hat kirin. Sîstema hiqûqî ya Îtalyayê neçar ma ku wê daxwazê qebûl bike û ew jî pêk hat.”
MEYDANA KURDISTANÊ YA LI ROMAYÊ
Yaman diyar kir ku piştî hatina Ocalan a Îtalyayê, kurdên li Ewropayê kom bi kom hatin Romayê û wiha got: “Hikûmet ji vê rewşê matmayî maye. Li ber vê rewşê sînor hatin girtin lê gel guh neda sînoran. Di encama muzakereyên ku me kirin de, sînor ji nû ve hat vekirin. Nêzî nîv milyon kes li Meydana Romayê kom bûn. Meydana ku berê wekî Meydana Çelya dihate nasîn, niha jî bi navê Meydana Kurdistanê tê nasîn. Gelê kurd Ocalan hembêz kir. Çapemeniya cîhanê hem pirsa Kurd û hem Abdullah Ocalan nas kir. Pêvajoya Romayê bi rastî dîrok nivîsand. Pêvajoyên herî girîng ên naskirina navneteweyî ya pirsgirêka kurd bû.”
D’ALEMO DI NAVA LÊGERÎNA ÇARESERIYÊ DE BÛ
Yaman da zanîn ku D'Alemo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çûye hin welatan û Ocalan jî difikirî ku wê pirsgirêk tenê ji hêla Îtalyayê ve nikare were çareserkirin û wiha got: “Ji her alî ve darbe li hikumeta D'Alemo dihat xistin. Nêzîkatiya welatên din ên Ewropî, Amerîka û saziyên navneteweyî D'Alemo da dikirandin. D'Alemo bernameyek ji bo çareseriyê amade kir û bi me re parve kir. Di çarçoveya vê bernameyê de serdana Elmanya, Fransaye, Îngîlistanê û Amarîkayê kir. Ji wî re hat gotin ku Ocalan hatiye welatê wan, lê ku ev pirsgirêk ne tenê wan eleqedar dike, ku pirsgirêk tevahiya navneteweyî elqedar dike, ji ber vê yekê divê her kes ji bo çareseriyê berpirsiyariya xwe bigire ser xwe. Armanca sereke ew bû ku van welatan razî bikin ku çareseriyê pêk bînin.”
JI BO ÇARESERIYÊ 7 XALAN PÊŞKÊŞ DIKE
Yaman bi bîr xist ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di pêvajoya Romayê de nexşerêyek ji 7 xalan pêk dihat pêşkêş kiriye û D'Alemo ev daxwaz jî bir rojeva raya giştî ya navneteweyî û got: “Lê belê hêzên navneteweyî bi hevkariya Tirkiyeyê di encama ferzkirina Tirkiyeyê de paşde gav avêtin. Ger Almanya berdewam bikira, pêvajoya dadgeha bêalî ya navneteweyî dikaribû pêş bikeve. Elmanya naxwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin.”
OCALAN PÛÇKIRINA HEWLDANÊN D’ALEMO FERQ DIKE
Yaman destnîşan kir ku Ocalan ferq kir ku hemû hewldanên D’Alemo yên çareseriyê hatine pûçkirin û behsa derketina Ocalan a ji Îtalyayêk kir. Yaman anî ziman ku Ocalan di serdanên bo wî dihatin kirin û daxuyaniyên dida çapemeniyê destnîşan dikir ku armanca hatina wî ya Ewropayê ne ji bo penabertiyê ye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane ye.
BERPIRSIYARIYA HÊZÊN KOMPLOGER DIDOME
Yaman diyar kir ku Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hemû hêza xwe ji bo çareseriya demokratîk bi kar anî û got: “Di hemû hevdîtinên xwe de dixwest vî şerî rawestîne. Ji ber vê yekê, wî bi çareseriya aştiyane heya dawiyê bawer kir. Di pêvajoya Îmraliyê de jî ev helwesta xwe domand û da nîşandan. Serok Apo hewl da tişta ku li Romayê pêk neanî li Îmraliyê pêk bîne. Ev pir zelal û eşkere ye. Ji ber vê yekê divê nifşê nû viya bibîne. Hêzên komploger ên navneteweyî ji şer û windakirina însanan a heta îro didome bepirsiyar in.”
ŞOPA OCALAN BERDEWAM DIKE
Yaman pêvajoya derketina Ocalan a ji Îtalyayê jî vegot û wiha got: "Derketina Serok Ocalan a ji Îtalyayê pir dramatîk bû. Her roj bi sedan kes dihatin mala Serok lê dima û jê re xemgîniya xwe dianîn ziman. Raya giştî ya Îtalyayê pir xembîn bûbû. Pêvajoya Îmraliyê û şopên ku Serok Apo di 66 rojên li Îtalyayê de hişt îro jî berdewam dike. Yên wê demê ciwan û zarok bûn îro li seranserê Îtalyayê ji bo gelê kurd têdikoşin. Bandora Serok a li ser şaredariyên bajaran, partiyên siyasî, hikumet û raya giştî ya Îtalyayê berdewam dike. Hemû partiyên rastgir û çepgir ên li Îtalyayê hurmetek mezin nîşanî Serok didin. Ev piştgiriya ku 23 sal e dewam dike, wê bidome.”
AZADIYA OCALAN
Yaman diyar kir ku Ocalan û gelê kurd bi salan e ji bo aştî û azadiyê têdikoşin û tevî vê yekê jî komplo hêj berdewam dike. Yaman bal kişand ser pêvajoya bi navê "çareseriyê" ya di navbera 2013 û 2015'an de hatibû birêvebirin jî di çarçoveya van planên komployê de hat xitimandin û got: “Ez hêvî dikim ku paradîgmaya herî mezin a Serok Apo, aştî, azadî, wekhevî û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk wê bikeve meriyetê û her kes xwe pê bi rê ve bibe. Mînaka vê paradîgmayê jî xwe li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide. Gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî têdikoşe. Baweriya aliyên demokratj î bi vê yekê heye. Garantorê aştiya li Rojhilata Navîn Serok Ocalan e. Divê her kes bibîne ku planên hêzên komploger ji komkujiyan pê ve tiştekî din nayne. Ez hêvîdar im ku azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di dema pêş de wê were misogerkirin.”
MA / Îdrîs Sayilgan