KOBANÊ - Tê payîn ku Erdogan piştî tiştên ku ji Amerîkayê dixwest bi dest nexist û berê xwe da Rûsyayê, di hevdîtinê de Şehba, Mînbîc û Eyn Îsayê bîne ser masê. Di rojeva Rûsyayê de jî Îdlîb heye.
Şerên vekaletê ku di destpêka şerê navxweyî Sûriyeyê ku 10 salan li pey xwe hişt de hatin dayîn, ev demeke cihê xwe ji şerkirina rast e rast a hêzên navneteweyî û herêmî ya dijberî hev re hiştiye. Dîplomasiya ji bo vê yekê ya di navbera Amerîka, Rûsya, Îsraîl, Îran û Tirkiyeyê de zêde bûye. Tirkiye ji ber ku tişta ji Amerîka xwest negirt amadekarî dike bi Rûsyayê re rûnê. Li Îdlibê ku her du welat jî dixwazên lê rol bigirin li ber teqandinê ye. Di vê çarçoveyê de wê Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bên gel hev. Tê meraqkirin ku wê hevdîtin operasyona rejîma Şamê ku bi piştgiriya Rûsyayê li dijî dijî Îdlibê amadekariya wê dike rawestîne ya na.
HEVDÎTINA LI SOÇIYÊ
Tê dîtin ku Tirkiye hem bi Amerîkayê re hem jî bi Rûsyayê re di nav hevdîtinan de ye. Peyamên ku Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê de derbarê Îdlib û Kirimê da bala Rûsyayê kişand. Di serdana xwe ya Amerîkayê de Erdogan plan dikir ku bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin bike lê vê daxwaza wî pêk nehat. Ji ber ku ev daxwaza wî bi cih nehat Erdogan berê xwe da Rûsyayê. Hevdîtina ku piştî du rojan pêk were dê pêşeroja têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê diyar bike.
DIJBERIYA LI SER PEYAMÊN KIRIM Û ÎDLIBÊ
Erdogan,bi daxuyaniya xwe ya "Derfetên me yên ku pêleke din a koçê îdare bikin tune ye" derbarê Îdlibê de bal kişand ser operasyoneke muhtemel e li dijî bajar û bang li NY'yê kir ku operasyonê rawestîne. Tirkiye, bi daxuyaniya xwe ya "Em ê destûr nedin îlheqa Kirimê" jî bi awayekî dijberî polîtîkayên Rûsyayê xwe li cem NATO'yê bi cih kir. Van peyamên ku bûn sedema bertekên Rûsyayê, ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Şamê Feysal Mîqdad ve hatin bersivandin. Mîqdad, hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê "çalakiya dagirkeriyê" pênase kir û banga derketine ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê kir.
Gengeşiya di navbera her du welatan de bi heman rengî dertê holê û piştî hevdîtina li Soçiyê wê qada Sûriyeyê hê bêtir bitevger bibe.
Ji ber ku li Lîbya û Behra Spî ketiye dengesiyê Tirkiye naxwaze bi Rûsyayê re bê dijberî hev. Di serîde li Îdlibê Tirkiye hewl dide operasyonên Rûsya û rejîma Sûriyeyê dereng bixîne û li bendê ye hêzên navneteweyî di vê mijarê de piştgiriya wê bikin. Lê rejîma Sûriyeyê ku operasyonên xwe yên li herêmê didomîne Îdlibê kiriye hedefa xwe. Bi serketine rejîmê ya li Derayê di navbera komên girêdayî Tirkiyeyê de bûye sedema nîqaşan. Ev Tirkiyeyê jî aciz dike.
PEYAMA EFRÎN Û BABÊ
Hevdîtina Erdogan a li Soçiyê li dijî van operasyonên rejîmê weke "qezençkirina demê" tê şîrovekirin. Rûsya ku hewl dide peymana xwe ya ku di 5'ê adarê de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû hilweşîne jî dixwaze ji bo girtina hin navçeyên stratejîk pêşiya rejîmê vebike. Ev weke Zaviye û Cîsîr Şûgûr dertêne pêş. Rûsya, bi Îdlibê re Efrîn û Babê jî bombebaran dike û peyam dide Tirkiyeyê ku pirsgirêk tenê bi Îdlibê ne bi sînor e. Bi hevdîtina li Şoçiyê Tirkiyeyê hewl dide berfirehiya operasyonê kêm bike û peşî li krîza Îdlibê bigire.
BAZARIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ!
Pêkan e ku di hevdîtinê de bi ser Îdlibê re bazariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê rojevê. Di pozîsyona niha de Tirkiye dikare li ser xeta Eyn Îsa, Mînbîç û Şehbayê bi Rûsyayê re rûnê. Ji ber ku ji hevsengiyên Sûriyeyê ne raziye pêkan e ku Rûsya bi Tirkiyeyê re hin bazaran bike.
MA / Nazim Daştan