Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin

img

ENQERE - Di mehên dawî de rêjeya betalî û întîharê pir zêde bû. Psikologa Klinîkê Elîf Efsun Tatar, diyar kir ku di salên dawî de ji ber betalî û xizaniyê întîhar zêde bûye û xuya ye ku dê zêdetir bibin. 

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUİK) yên meha Sibat, Adar û Nîsanê, rêjeya betaliyê li gorî sala Adara par 573 hezar  kes kêm bûn û hêjmara betalan daket 3 mîlyon û 971 hezar kesan. Rêjeya betaliyê 0,9 puan kêm bû û daket ji sedî 13,2'an. Li gel ku hêjmara karkeran 1,7 milyon kêm bû jî li gori TUÎK’ê betalî kêm bûye. 
 
Li gorî rapora Navenda Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK-AR) ya heman serdema Adarê rastiya TUÎK’ê berovaji dike. Bi taybeti di pêvajoya Covid-19 re herî kêm 6 milyon kesan karê xwe û debara xwe winda kiriye. Hejmara betalan 13 milyon kes derbas kiriye. 
 
DI 6 SALAN DE 1 MîLYON KESÊN NÛ BÊ HEVÎ NE
 
Li gorî daneyên TUİK'ê kesên êdî hêviya xwe ji kar qut kirine û nikarin kar bi dest bixin zêde bûne. Li gori raporê di Adara 2020’an de kesên hêviya xwe ji kar qut kirine 1 mîlyon û 174 hezar kes in. Di 6 salên dawî de yên ku êdî heviya xwe ji lêgerîna kar qut dikin her ku diçe zêde dibin. Li grî daneyan di Adara 2014'an de kesên neviya xwe qut kirin 654 hezar kes bûn, di Adara 2015'an de 664 hezar, di Adara 2016'an de 635 hezar, di Adara 2017'an de 650 hezar, di Adara 2018'an de 635 hezar, di Adara 2019'an de 563 hezar û herî dawî di Adara 2020'an de jî 1 milyon û 174 hezar kesan heviya xwe winda kirin. 
 
Têkildarî mijarê Psikologa Klinîkê Elîf Efsun Tatar, diyar kir ku di salên dawî de ji ber betalî û xizaniyê întîhar zêde bûye. Psikolog Elif Efsun Tatar, bal kişand ser derûniya kesên ku dikarin kar bikin, lê kar nabînin û wiha got: "Rêjeya betaliyê gelek zêde bûye. Berê ji bo kesên bê perwerde betalî rewa dihat dîtin. Êdî ji bo kesên dibistan xwendine jî betalî rewa tê dîtin. Êdî miroav ji ber betaliyê nikarin debara xwe bikin. Nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin." 
 
'LI BER DERÎ ARTÊŞA BETALAN HEYE' 
 
Tatar, da zanîn ku lêgerîna kar bi serê xwe pirsgirêk e û wiha axivî: "Mirovên ku kar bi dest naxin heviya xwe qut dikin. Berê kesên ji xwe razî bi qar qayil nedibûn. Lê niha hatiye vê astê ku ketine derdê debarê. Kesên kar bi dest naxin xwe bêçare hîs dikin. Êdî em dibin şahidên gotina "Li ber derî artêşea betalan heye. Tu ji vir here tu dê li ku kar bibîne. Tu êdî kar bi dest naxe'. Welatiyên betal dikevin nava derûnî û depresyona betaliyê. 
 
 
BETALÎ ÎNTÎHARAN ZÊDE DIKE
 
Tatar, da zanîn ku betalî hem bandora aborî û hem jî bandora derûnî li ser kesan dike û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê gelek welatiyan baweriya ku kar bibînin winda kirine. Ev mirovan dixe nava depresyon û fikaran. Betalî dibe sedem ku întîhar zêde bibe. Mirovekî betal nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Bi vê yekê peyama "tu nejî" tê dayîn. Ji ber vê yekê kesên betal serî li rêbaza întîharê didin. Di salên dawî de hêjmara întîharê zêde bûye. Xuya ye ku dê ev hêjmar zêdetir bibe. Mirovên derdorê jî li kesên betal bi çavekî din dinerin. 
 
 
MA / Selman Guzelyuz