181 vagon zebeş rokirin çopê

img
WAN - 5 Hezar û 430 ton zebeşên ku bi 181 vagonên trênê 25 roj berê ji Îranê anîn Wanê, tev meriqîn û avêtin çopê. Zebeşên ku ji Îranê anîn Tirkiye, ji ber rejêya bacê ji 75 dolaran derxistin 300 dolaran, li GAR'a Trênê ya Wanê hatibûn rawestandin û tev xera bûn. 
 
Welatiyên ku 25 roj berê bi 181 vakonên trênê 5 hezar û 430 ton zebeşên ji Îranê anîn Wanê û ji ber Wezareta Bazirganiyê di şeva 15'ê Gulanê de rêjeya bacê ji 75 dolarî derxist 300 dolarî; li GAR'a Trênê ya Wanê dabûn rawestandin. Zebeşên ku 25 rojin li GAR'ê hatibûn rawestandin tev meriqîn û xera bûn. Zebeşên ji ber germahiyê xera bûn tev rokirin ser sergo. Yekîneyên şaredariyê zebeş tev îmha kirin. Bazirganên ku zebeş ji Îranê anîn li dijî rêjeya bacê îsyan kirin û diyar kirin bu zanebûn wan dişînin îflasê.