‘Di dema şewbê de mafê kedkarên tenduristiyê kêmtir bûn'

img

EDENE - Hevserokê Şaxa SES a Edeneyê Enîs Akyuz, anî ziman ku barê saziyên tenduristiyê yên sereke girantir bûye û got: "Şewb kir ku qîmeta kedkarên tenduristiyê bê famkirin. A dixuyê ev e. Lê belê di asasê xwe de bû sedema ji destderketina hin mafan." 

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Edeneyê Dr. M. Enîs Akyuz, bal kişand ser pirsgirêkên ku di dema şewbê de kedkarên tenduristiyê bi wan re rû mane. 
 
Akyuz, anî ziman ku tişta ku îqtidarê ji bîr kiriye tenduristiya karker û bijîşkiya cihê kar e ku lingê herî girîng ê merhelaya yekemîn e û got, bijîşkê cihê kar ku dikare li cihê kar kesên nexweşînên wan ên kronîk hene tespît bike, ji bo mesafeya fizîkî û şert û mercên xebatê dikare tevdîran bigire, lê belê ev tişt li cihê kar li gor dilê patronan tê kirin. 
 
Akyuz, got: "Ji xwe ji ber OSGB'ya bi her awayê xwe şaş e, pêwendiya bijîşkan a bi kedkarên cihê kar re hatiye qelskirin û ji ber ku îstihdama bijîşkê cihê kar ji hêla kardêr ve tê kirin, gava hin hişyariyan dike lig or fikara xwe ya karî tev digere. Di destpêka şewbê de Baskê Tenduristiya Karkeran a TTB'ê ji bo kesên nexweşînên wan ên kronîk hene rapora destûra biheq bigirin daxuyaniyek dabû. Lê belê esas nehat girtin. Ji xwe wekî tê dîtin xizmetên tenduristiya karî û ewlehiya karî bi awayekî sûkî tên kirin. Gava li cihekî kêmanî hebe mudaxile dikin û pirsgirêkên nabin rojec jî ser wan tên girtin." 
 
Akyuz ku ew bi xwe jî Bijîşkê Malbatê ye, diyar kir kir ku sepana e-nabizê ji destpêka şewbê ve rûxiyaye û got: "Ji dêvla vê pergalê, senaryoyeke eletewş xistin dewrê, gotin 'Hûn nikarin ji e-nabizê bigirin, biçin bijîşkên malbatê, heke bivê wê li gor teşxîsa Covîd-destûra îdarî raporê bide.' Tişta ecêb jî ew e ku bi navê 'Covîd--destûr aîdarî' tiştek tuneye. Bijîşk bixwaze jî nikare tiştekî wiha amade bike. Tişta ecêb a din jî ew e ku li gor kîjan nexweşînan detûr tê dayîn, li gor kîjan nexweşînan nayê dayîn, tiştekî zelal tuneye. Yanî an wê bijîşk li gor qanûnan tev bigere, an jî li gor nivîsa hatiye wê teşxîseke ku di asasê xwe de tuneye tev bigere an jî wê qayde û nirxên bijîşkiytiya xwe biparêze û vê nivîsa eletewşê ji nedîtî ve bê. Lê ji bo destûrê berê xwe dan ASM'yan. Bijîşkên malbatê ku gotin em nikarin li gor teşxîseke nenasbar tiştekî bikin, ew û welatiayn rû bi rû man. Sê roj şûnde nivîs guherî." 
 
Her wiha Akyuz anî ziman ku di nerêvebiriya ku jê re "fîlyasyon" tê gotin de jî kedkarên Navenda Tenduristiya Malbatî (ASM) dest bi navendîtiya bangê kirine û got: "qaşo fîlyasyon tê kirin. kes li ser kîjan Bijîşkê Malbatê qeydkirî be Bijîşkê Malbatê yê wê yekeyê an jî xebatkarê Navenda Tenduristiyê ya Malbatê her roj li wî/ê kesî/ê digere, jê dipirse 'kuxika te heye yan na, laşê te germ e yan na.' Tevdîrine din hebûna wê baştir bûn. Di serî de wisa bû. Lê niha tenê rêbazek heye. Nexweşê min çûye Stenbolê, gava li wir xebitiye bûye gumanbar, em ji Edeneyê digerin, em dibêjin 'kuxika te heye?'" 
 
Akyuz, anî ziman ku ji ber şewbê mirov ber bi ASM'yan ve tên beralîkirin û ji ber barê merheleya yekemîn girantir bûye. Akyuz, destnîşan kir ku ji ber vê yekê merheleya yekemîn nikare karê xwe yê sereke bike. 
 
Akyuz, diyar kir ku ên bi xetereya herî mezin re rû bi rû ne kedkarên merheleya yekemîn in û got, gava xebatkarên tenduristiyê bi şewbê bikevin heya baş biin ji meaşê wan tê qutkirin. Akyuz, anî ziman ku bêyî parastin û di bin xetereya pêketinê de dixebitin û got: "Tişta esil ev e ku; ev şewb kir ku qîmeta kedkarên tenduristiyê bê famkirin. A dixuyê ev e. Lê belê di asasê xwe de bû sedema ji destderketina hin mafan." 
 
MA / Hamdullah Kesen