Pîşesazî heye lê rê tuneye

img

WAN - Li Tûşbayê esnafên sîteya pîşesaziyê ji ber rêyên xirabe, ceryan û çopan zehmetiyê dikişînin. Esnafan anî ziman ku gelek caran serî li şaredariyê dane lê belê tiştek nehatiye kirin. 

 
Li navçeya Tûşba ya Wanê esnafên sîteya pîşesaziyê ji ber rêyên xerabê yên di navbera pîşesaziyê û bajêr de, ji ber ceryanê ku tim diçe û tê û ji ber çopên li derdora pîşesaziyê zehmetiyê dikişînin. Esnafan anî ziman ku gelek caran serî li şaredariyê dane lê belê tiştek nehatiye kirin. 
 
Ferît Tokaç destnîşan kir ku pirsgirêka mezin a sîteyê pirsgirêka avaniya binerdî û ceryan e. Tokaç, bal kişand ser guhnedêriya şaredariyê jî û got: "Me jii şaredariyê re got, lê tiştek jî nekir. Li sîteyê ceryan tim diçe û tê, rê xerabe ne. Bi taybetî jî ceryan tim diçe û tê. Carinan bi saetan nayê. Ji ber vê makînên me dişewitin." 
 
Tokaç, anî ziman ku di meha Gulanê de tenê 12 roj şixulîne û got: "Ji ber şewbê me nikaribû. Ên wekî me rojane dişixulin divê pir pir bixebitin. Perê ku di du rojan de bi dest me diket, me ew jî di dema qedexeya derketina derve de xerc dikir." 
 
Esnaf Mûrat Orûç jî bal kişand ser rêyên xirabe û çopan. Orûç, bilêv kir ku tu dibê qey ne sîteya pîşesaziyê, sîteya xurdevana ye û got: "Kêmaniyên sîteyê pir in. Pirsgirêka mezin; rê neqaqij in, xirabe ne." 
 
Orûç, bal kişand ser tevdîrên ji bo şewbê jî û got: "Ji bo tevdîrê me bantek bi cih kiriye. Lê mişteriyên me guh nadin bandê. Li vira mesafeya civakiyî tuneye. Ev jî ji ber nezanbûna me ye. Em guh nadin nexweşînê. Divê em maskeyan bi kar bînin. Tu bikî nekî em xwêdan didin. Ji ebr vê hin hevalên me maskeyên xwe derdixin. Lê ji bo tenduristiya xwe em mecbûr in maskeyê bi kar bînin." 
 
MA / Bariş Donmez