Li çiyayan dem dema helhelokane

img

ŞIRNEX - Şêniyên Qilabanê, ku dest bi komkirina helhelokan kirin, diyar kirin ku helhelok ji bo gelek nexweşiyan derman e. 

Welatiyan li Şirnex û navçeyên wê dest bi komkirina helhelokan kirin. Welatiyên li bajaroka Sêgirtê ya girêdayî navçeya Qilabanê dijîn, mîna her salê îsal jî, ji bo komkirina helhelokan ketin ser rêyên herêma Talga. Welatî ji bo komkirina helhelokên rengên wan zer, sor û reş hildikişin çiyayan. Helhelok bi xwezayî şîn dibin. Welatî diyar dikin ku helhelok ji gelek nexweşiyan re başe. Welatî ji bo komkirina helhelokan gelek zor û zehmetiyan didin ber çavên xwe. Yek ji welatiyên helhelokan kom dike Ahmet Gun ê 55 salî, diyar kir ku tenê li herêma wan helhelok pir zêde hene û wiha axivî: “Helhelok ji bo nexweşên şekir û tansiyonê başe. Em helhelokan ji bo nexweşên xwe kom dikin. Helhelok ji bo nexweşiya roviyan jî pir başe.” 
 
Gund, da zanîn ku tama vê fêkiya kom dikin pir xweşe û wiha got: “Tama wê mize. Bi taybetî zarok pir jê hes dikin. Helhelok di dest pê ka meha Hezîranê de digihêjin û di dawiya meha Hezîranê de jî diqedin.” 
 
MA / Mujdat Can