Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin

img

STENBOL - Yek ji karkerên rêhesinê Tûgay Kartal ku hatibû sirgûnkirin, anî ziman ku armanca sirgûnê ferzkirina teqawidbûyînê ye. 

 
TCDD'ê di 12'ê Gulanê de 91 xebatkarên rêhesinê di bin navê "peywirdarkirina demborî" şandibûn bajarine din. Sendîkaya Xebatkarên Veguhêziya Yekbûyî (BTS) ji bo vê rewşa 91 xebatkarên endamên sendîkayê gotibû "a hatiye kirin sirgûn e." Li ser vê karkeran çalakî li dar xistibûn û herî dawî di 4'ê Hezîranê de ji Stenbol, Edene, Îzmîr û Amedê ber bi Enqereyê ve ketibûn rê û li Enqereyê gihan hev. Karkeran xwestt hevdîtinê bi Midûrê Giştî yê TCDD'ê re pêk bînin lê belê midûr daxwaza wan qebûl nekiriye. Karker jî çûn navenda giştî ya BTS'ê. Karkeran anî ziman ku wê her hefte biçin Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê û daxwaza xwe ya hevdîtinê bilêv bikin. 
 
MESELEYA SEREKE SENDÎKAYÎBÛN E 
 
Yek ji van karkeran Tûgay Kartal ê 61 salî ku 43 sal in vî karî dike, wî ji Gara Haydarpaşayê şandine Gara Îzmîtê. Kartal, anî ziman ku ji ber ku endamê sendîkayê ye û di nav PiştevaniyaHaydarpaşayê de cih digire hatiye sirgûnkirin û got: "Xwestin qadeke 29 metrekarî ya gara Haydarpaşa û Sîrkeciyê bi kirê bidin. Lê em îtiraz kir. Wê çaxê min ji bo vê gotibû bi vî awayî dixwazin jêdera sermayayê tê xurtkirin. Ji ber vê nerihet bûn, mufetîş peywirdar kirin û bi hinceta peywirdarên cemaweriyê nikarin ji çapemeniyê re biaxivin der barê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Lê ji ber ku endamê sendîkayê me ez ji vê qedexeyê muafbûm. Nikaribûn ceza bibirin lê belê ji dêvla ceza ez sirgûn kirim." 
 
TEQAWIDBÛYÎNÊ FERZ DIKIN 
 
Kartal, anî ziman ku piraniya kesên bi awayekî demborî hatine peywirdarkirin di ser 60 salî re ne û got: "Di rêhesinê de dixwazin îstihdamê berteng bikin. Ji ber vê dixwazin kesên nêzî 65 salan bûne rojek berî rojekê teqawid bibin. Bi vî awayî teqawidbûyînê li me ferz dikin." 
 
Her wiha Kartal, anî ziman ku ji bo biryara peywirdarkirina demobrî betal bibe serî li rêyên hiqûqî dane. 
 
Kartal, destnîşan kir ku heya ku biryara hatiye girtin betal nebe wê bitêkoşin û bang li raya giştî kir ku xwedî li berxwedana wan derkevin. 
  
MA / Tolga Guney