Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin

img

MÊRSÎN – Karkerên çandiniyê yên di şert û mercên zehmet de dişixulin, bi şewba coronayê re şertên wan girantir bûne. 

 
Karkerên çandiniyê yên di şert û mercên zehmet de dişixulin, îsal ji ber şewba coronayê (Covîd-19) şertên wan zehmetir bûne. Karkerên ku bê maske û lepik tên şixulandin, gava diçin ser erd jî di wesayîtê de di ser dilê hev de ne. Karkerên çandiniyê ji tirsa ku dê betal bimînin daxwazên xwe bilêv nakin. 
 
JIYAN ZEHMTIR BÛYE 
 
Karker Ecevît Aslan ê 60 salî, anî ziman ku nêzî salek e li nav erdan dişixule û bal kişand ser zor û zehmtiyên dikişîne: "Ji ber ku karekî din bi dest min neket, li nav erdan dişixulim. Meaşekî min jî tunebû. ev ne karekî rihet e. Germahî dest pê kir. Em nîvê şevê şiyar dibin û berê xwe didin nav erd. 6 zarokên min hene, yek ji wan jî bi min re tê dişixule. Ez di xaniyê kirê de me. Heqê av û ceryanê heye. Roja me bi 80 TL'yî ye. Ev pere ancax têra xwarina me dike. Yewmiyeya me pir kêm e. Li dijî şewbê jî em bêçare ne. 10 karker li wesayîtekê siwar dibin. Me jî dixwest her yek ji me li qoltixekê rûnê û wiha biçe kar. Lê em mecbûr in. Em ditirsin bibêjin, ê me ji kar derxin. Tevdîr nayên girtin. Em nîvê şevê tên, êvarî jî diçin malê. Sîgorte tuneye."
 
Fahrettîn Ertem ê 20 salî jî ji bo alîkariya malbata xwe bike dişixule. Ertem, anî ziman ku heqdesta wan pir kêm e û got: "Hê ez zarok bûm min dev ji dibistanê berda, 5-6 sal çêbû. Karê me karekî pir zehmet e. Bawer bikin gava em diçin malê, hema em dikevin xew. Car carina birayê xwe jî bi xwe re tînim. Yewmiye têra me nake. Hê germahî pir dest pê nekiriye. Lê gava dest pê bike karê me zehmetir dibe."
 
Şevkî Beyhan jî got: "Di vê dema coronayê de em neşixulin nabe. Ez neşixulim wê zarokên min birçî bimînin. Xwediyê xaniyê min nabêje ka tu dişixulî an na. Tenê xema wî heqê kirê ye. Ev şewbeke vegir e, lê em mecbûr in. Em 10-15 kes li heman wesayîtê siwar dibin. Pirsgirêka herî mezin jî yewmiyeya me ye. Perê em distînin ne beramberiya keda me ye. Em ji vê nexweşînê ditirsin, lê tiştekî em bikin jî tuneye." 
 
MA / Ergîn Çaglar