Bi çandiniyê bêhna wan dertê

img

MÊRDÎN - Cotkarên li gundê Buhêrkê yê Artûklûyê ku bi çandiniyê debara xwe dikin, diyar kirin ku bi çandiniyê bêhna wan dertê. 

Li gundê Buhêrkê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê, debara xwe bi çandiniyê dike. Li gund herî zêde rezvaanî tê kirin, lê belê ligel rezvaniyê niha dest çandina zeytûnan, xox, qeresî, fisteq, bacanên sor, bacanên reş, îsot û xiyaran jî hatiye kirin. Welatî berên xwe li bajêr difiroşin û pê debara xwe dikin.

 
Şêniyê gund Îsmet Kalkan (47), diyar kir ku niha tevrika bostanê xwe dikin û got: "Em bostanê xwe bi awayê dilopkirinê av didin. Ji bo av bigihê koka nebatê em tevrikê dikin û eşêfê dikin. Heya zebzê me digihên em sê caran tevrikê dikin." Kalkan, anî ziman ku du sal in zebze datînin û got, berên wan giş organîk in û baxçê xwe bi gubrê heywanan gubre dikin. 
 
Kalkan, anî ziman ku bi çandiniyê bêhna wan dertê. Kalkan, bal kişand ser şewba Covîd-19'ê jî û ggot: "Di mal de derûnya mirov xirab dibe. Em jî bi baxçe re eleqedar dibin û pê bêhna me dertê. Ji ber ku me belgên xwe yên destûrê girtine em bi rihetî dişixulin." 
 
'VEGERIN GUNDAN' 
 
Kalkan ku got "Ma ji çandiniyê xweştir tişt heye" got: "Ên di nav xwezayê de bin emrê wan 10-15 salan dirêjtir e. Loma divê kurd giş berê xwe bidin gundan û dest bi çandiniyê bikin." 
 
Şêniya gund Şerîfe Kalkan (41) jî anî ziman ku berên diçînin hem difiroşin hem jî dixwin û got: "Em ji bo zivistanê jî hişk dikin. Em bacanên sor, îsot û bacên reş hişk dikin. Em pê ava firingiyan, tirşiyê çêdikin. Darên me yên fêkiyan jî hene. Em rîçalê jî çêdikin. Em bi vî baxçî debara xwe dikin. Ji bo tenduristiya me jî pir baş e."