Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine

img

EDENE - Piştî bazara amûrên kevn hat girtin bi sedan esnafên seyar mexdûr bûn. Esnafan got: "Di bêrîka me de heqê nan jî tuneye." 

 
Li Taxa Kocavezîr a navçeya Seyhan a Edeneyê, bi salan bazara amûrên kevn hebû. Lê belê di 19'ê Îlona 2019'an de piştî li Taxa Dûmlûpinarê zarokekî 11 salî yê sûriyeyî hat îstismarkirin, walîtiyê jî bazara li Taxa Kocavezîr û taxên din girt. Walîtî nahêle esnaf roja bazarê jî dezgên xwe vekin. Li ser vê gelek esnafan li ber malên xwe dezgên xwe vekirin û dest bi firotina amûrên kevn kirin. Lê piştî wextekê polîsan nehişt esnaf amûrên xwe li ber malên xwe jî bifiroşin. 
 
Esnaf Sabahattîn Pîşkînbaş, anî ziman ku 50 sal in vî karî dike û got, kesên ji Sûriyeyê hatine jî li vira debara xwe dikin. Pîşkînbaş, diyar kir ku beriya qedexeyê bi sedan mirovî debara xwe dikir û got: "Madem dewlet destûra her tiştî daye, divê a bazara me jî bide. Em emxdûr in. Li her derê cîhanê bazarên amûrên kevn hene. Ji ber şewbê rewşa kesî nebaş e. Soz dan me ku dê cihekî ji me re eyar bikin, lê soza xw ebi cih neanîn." 
 
‘EM NIKARIN NAN JÎ BIBIN MALÊ' 
 
Behiye Tûtak ku ji zarokatiya xwe ve kuçe bi kuçe digere û selikan û amûrê naylonî difiroşe, anî ziman ku ew tenê debara xwe bi vî karî dikin. Tûtak, bibîr xist ku ji 19'ê Îlona 2019'an ve bazar hatiye qedexekirin û ji ber vê wan dezgên xwe li ber malên xw evekirine, lê belê hem zabite hem jî polîsan heqaret li wan kiriye û êrîşî wan kirine. 
 
Tûtak, diyar kir ku êdî nikarin heqê fatûreyên xwe yên av û ceryanê jî bidin û got, dewletê jî bi tu awayî alîkariya wan nekiriye. Tûtak, got: "Di bêrîka me de 10 TL jî tuneye, nikarim nan bikirim. Em ê biçin ku? Wekî din karekî ku em bikin jî tuneye. Em kincan bi lîreyekê difiroşin. Her yek ji me 6-7 zarokên wan hene. Ma em diziyê bikin? Ji êvar de laşê kurê min germ bûye, lê nikarim wî bibim nexweşxaneyê."
 
Tûtak, îdia kir ku polîs jinên ducanî jî derb dikin û got: "Ne vîrûs, em ê ji birçîna bimirin. 4 meh in me dezgên xwe venekirine. Ka em ê çi bixwin û çi vexwin? Piştî dengan digirin kes li halê me napirse." 
 
Sûltan Golge jî diyar kir ku nikare nanekî jî bikire û xwest bazara wan bê vekirin. Yilmaz Tûtak jî destnîşan kir ku şaredariyê ji bo cih soz daye wan lê belê soza xw ebi cih neaniye. 
 
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Yekîtiya Roman, Abdal û Doman a Hatayê Veysel Toplar jî destnîşan kir ku biryara Walîtiya Edeneyê welatî mexdûr kirine. Toplar, anî ziman ku wekî din tu pîşeyeke van welatiyan tuneye û niha nikarin nan jî bibin mala xwe û xwest pirsgirêka heyî bê çareserkirin. 
 
Seroka Komeleya Necihêkariyê Elmas Arûs jî diyar kir ku mirov sedema girtina bazarê jî nizanin. Arûs, destnîşan kir ku mirov mehkûmî birçîbûnê hatine kirin û got, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin çi ji destê wan bê dê bikin. 
 
MA / Hamdûllah Kesen