Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya

img
EDENE - Parlamenterên HDP'ê  yên Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç û Kemal Pekoz, diyar kir ku ji ber bahoza li Edeneyê rabû, ji sedî 95 berhem û bereketa çotkaran weşiya ye û ji meclîsê xwest zagon bê guhertin û alîkariya afetê bi çotkar û rençberan re bê kirin.
 
Parlamenterên HDP'ê  yên Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç û Kemal Pekoz têkildarî rewşa çotkar û rençberên ku çandiniyê wan zerar dît, pêşniyara guhertina zagonê dan meclîsê. Parlamenterên HDP'ê di pêşniyarê de diyar kirin ku di 15'ê Gulana 2020'an de çandinî, bax û bostanên çotkaran ji ber bayê kur û germa zêde ji sedî 95'ê mahsul û bereketa çandiniyê çotkaran weşiya ye û xwestin ku mexdûriyeta çotkaran bê çareserkirin û alîkarî bê kirin. Parlamenteran destnîşan kirin ku ji ber ba û bahozê ji sedî 95 ber û bereketa çandiniyê çotkaran ketiye erdê û zerakek mezin dîtine. Parlamenteran anîn ziman ku vê ba û bahozê çotkar xistine rewşek xerab û êdî nikarin mahsulê xwe kom bikin û nikarin deynê xwe bidin. Parlamenteran xwest ji bo herêma afetê bê îlankirin û ji bo alîkarê bê kirin zagon bê guhertin, meclîs gavan bavêje û pêşniyarqanûn da meclîsê.