Biçûkbûneke micid a aborî li benda Tirkiyeyê ye

img

STENBOL – Aborînas Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê biçûkbûneke micid a aborî û xîzanî li pêşiya Tirkiyeyê ye û qala bergiriyên ku ji bo welatî bi xesara herî biçûk ji pêvajoyê derkevin kir. 

Vîrûsa koronayê ku di demeke kurt de Tirkiyeyê kir bin kontrola xwe, bi ser aboriya kadî ve bandoreke mezin li Tirkiyeyê kir. Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF), di rapora xwe ya “Ditîna Aborî ya Cihanê” de ji bo welatênYekitiya Ewropayê (YE) bi rêjeya ji sedî 7,5 biçûkbûnê derpêş kir, ji bo Tirkiyeyê jî bi rêjeya ji sedî 5 biçûkbûne derpêş kir. Dîsa ji bo bêkariyê jî derpêş kir ku dê rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê derkeve ji sedî 17,4’an. 
 
JI BO TIRKIYEYE TALÛKEYA BIRÇÛBÛNÊ HEYE
 
Aborînas Hayrî Kozanoglû, têkildarî vîrûsa koronayê ku her roj bandora xwe zêdetir dike û qrîzên pêkan û çareseriyên wan axivî. Kozanoglû, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê mirov nikare derpêşkirineke teqez bike û wiha got: “Lê mirov dikare bibêjê ku pêşeroj ne pir ronî ye. Kesên ku aboriya welat bi rê ve dibin, ne di ferqe cidiyetbûna meseleyê de ne. ÎMF’ê ji bo bêkariya Tirkiyeyê ji sedî 17,4 derpêş kir. Ev şîroveyeke baş e û li gorî min wê bêkarî di nîveke salê de i sedî 20’î derbas bike. Biçûkbûneke micid aborî û girêdayî ve yekê xîzanî li pêşiya Tirkiyeyê ye. Heta talûkeya birçîbûnê jî heye.”
 
QRÎZ NE QRÎZEKE KLASÎK E
 
Kozanoglû, destnîşan kir ku divê qrîza heyî bi qrîzên klasîk re neyê rûberkirin û ev tişt got: “Di van pêvajoyan de bi bandora dovîzê biha zêde û kêm dibin û dahata welatiyan di bin enflasyonê de dimîne. Em îro bi rewşeke din re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de divê 2 pirs bên kirin; mirov dikarin xurekên bingehîn bikirin? Dikarin pêwistiyên xwe yên tenduristiyê bibersivînin? Divê ku pêwistiyên bingehîn bi erzan heta pêkan be pere li welatiyan bên belavkirin. Heke ev nebe tu wateya nirxandina enflasyona klasîl tuneye. Divê ku di vê pêvajoyê de welatî bên parastin.” 
 
MA / Tolga Guney