Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin

img
STENBOL - Serokên sendîkayan ku ji bo 1'ê Gulana îsal axivîn diyar kirin ku daxwaza "di dema xebatê de em naxwazin bimirin" daxwaza hevpar a hemû karkera ye û ji bo "yekîtî û piştevaniyê" bang li konfederasyonan kirin. 
 
Wê îsal li Tirkiyeyê ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) 1'ê Gulanê jî bi awayekî girseyî neyê pîrozkirin. Wê bi milyonan karker û kedkar, li kargehên xwe û li malên xwe 1'ê Gulanê pîroz bikin. Têkildarî vê yekê em bi serok û rêvebirên sendîkayan re axivîn. 
 
SOSYAL-ÎŞ: JI BO KARKERAN DUA, JI BO KARDÊRAN DAŞIKANDINA BACÊ 
 
Serokê Giştî yê Sosyal-Îşê Mûstafa Agûş, anî ziman ku çîna karkeran di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibe û got, di pêvajoyee wiha de wê ji ber vîrûsê danekevin kuçeyan û ew ê li kargehên xwe pîrozbahiya xwe bikin. 
 
Agûş, bal kişand ser pakêtên aboriyê yên ku îqtidarê aşkere kirine jî û got, tişta ew li bendê bûn pêk nehatiye. Agûş, anî ziman ku ji pakêtan ji bo karkeran duakirin, ji bo kardêran jî daşikandina bacê derketiye û got: "Helbet em ê ji derheqên van rojên zor û zehmet derkevin, lê dixwazim çîna karkeran van tiştên li wan hatine ferzkirin ji bîr nekin. Dixwazim çîna karkeran bêyî moralê xwe xera bike û bêyî bêhêvî bimîne têkoşîna xwe bidomîne. Bi vê boneyê 1'ê Gulana hemû karkeran pîroz dikim." 
 
BASIN-ÎŞ: BILA HER MAL BIBE QADA 1'Ê GULANÊ 
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren jî anî ziman ku li seranserê cîhanê cara ewil e ku wê pîrozbahiya 1'ê Gulanê çênebe. Eren, anî ziman ku di van rojên şewbê de jî gelek karker dişixulin û got: "Karker ji mecbûrî dişixulin, gava dişixulin jî hem jiyana xwe hem jî ya malbata xwe dixin xetereyê. Şewb heye, lê îqtidar ji bo demeke kurt jî ranebe wavn kargehan karantîna nake. Ev çîrokeke pir êşbar e. Çîrokak dramatîktir jî rewşa kedkara ye. Niha bi hezaran kedkarên tenduristiyê enfekte bûne û li dijî şewbê têdikoşin. Di 1'ê Gulana îsal de belkî tişta divê herî zêde bê destnîşankirin jî rewşa kedkarên tenduristiyê be." 
 
Eren, got: "Meseleyeke din jî em ê danekevin kuçeyan û mîtîngan li dar nexin û wê çîna karkeran û kedkar li qadan daxwazên xwe bilêv nekin. Loma divê her mal bibe qada 1'ê Gulanê." 
 
DEV SAGLIK-ÎŞ: JI BO JIYANÊ 
 
Sekreterê Giştî yê Dev Saglik-Îş'ê Erdogan Demîr jî destnîşan kir ku daxwaza herî girîng e xebatkarên tenduristiyê jî bidawîbûna pêkanînên cihêkarî û bêedalet ya di navbera xebatkarên tenduristiyê de ye. Demîr, bibîr xist ku wezaretê ji bo tehsîlata pêvekî ya xebatkarên tenduristiyê daxuyandiye wê di asta herî jor de bê dayîn, lê belê kesên ji taşeronê derbasî kadroyê bûne û karkerên hê jî wekî taşeron dişixulin sûd ji vê tehsîlatê negirtine. Demîr, anî ziman ku ji roja şewb derketiye holê heya niha wan gotiye "heger hûn xebatkarên tenduristiyê neparêzin hûnê nikaribin ji derheqê vê vîrûsê derkevin" û got: "Lê em dibînin niha zêdetirî 3 hezar xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne. Belkî zêdetir e jî. Bi taybetî jî di 1'ê Gulana îsal de daxwazek me heye, ew jî ev e; 'ji bo jiyanê û jiyandinê 1'ê Gulanê'. Em ê vê yekê hê bêtir li nexweşxaneyan û kargehan xuyangtir bikin." 
 
Demîr, anî ziman ku dibe ku îsal ji ber şewba coronayê nikaribin bi awayekî girseyî li qadan 1'ê Gulanê pîroz bikin, lê belê "dilê wan li ku lê bide ew der qada 1'ê Gulanê ye û got: "Niha em di serdemeke wisa de ne ku divê karker bi dengê herî bilind daxwazên xwe bînin ziman. Çimkî qedexeyên derketina derve bi xwe jî nîşan dide ku karker esas nayên girtin. Yanî pergala kapîtalîst ji karkeran re dibêje hûn dikarin bimirin. Divê em 1'ê Gulanê jî tevî çîna karkeran bi vî awayî birêxistin bikin." 
 
DERÎTEKS: BIRYAR DI LEHA SERMAYEYÊ DE NE 
 
Serokê Giştî yê DERÎTEKS'ê Mûsa Servî jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de mafên qanûna bingehîn ên karkeran jî ji dest wan hatiye girtin. Servî, ji bo vê jî di dema qedexeyênd erketina derve de li karkeran ferzkirina destûra bêheq û xebitandina wan nîşan da. Servî, diyar kir ku biryarên tên girtin hemû ji bo sermayeyê tên girtin û got, loma divê daxwazên niha ji yên berê mezintir bin. Servî, destnîşan kir ku wê daxwaza wan a herî girîng rawestandina hilberînê be. 
 
WÊ LI FABRÎKEYAN 1'Ê GULANÊ BÊ PÎROZKIRIN 
 
Servî, destnîşan kir ku divê karker li dor van daxwazan bibin yek û got: "Teqez divê karker çavtirsandî nebin. Em ê li fabrîkeyan bi qasî hêza xwe daxwazên xwe bînin ziman. Em li bendê ne ev yek li hemû fabrîkeyan pêk bê. Em ê li fabrîkeyan mesafeya fizîkî esas bigirin, bi dowîz û pankartan 1'ê Gulanê pîroz bikin." 
 
LÎMAN-ÎŞ: EM Ê DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN 
 
Serokê Şaxa Lîman-Îş'ê ya Stenbolê Sînan Cevîz jî anî ziman ku wê îsal daxwaza wan a herî girîng rewşa karkerên di pêvajoya pandemiyê de ji kar hatine avêtin be. Cevîz, da zanîn ku wê hefteya bê dest bi pîrozbahiyan bikin û wê ev pîrozbahî hefteyekê bidomin. 
 
BANGA JI BO YEKÎTIYÊ 
 
Cevîz, destnîşan kir ku 1'ê Gulanê ji mîtîngekê wêdetir xwedî wateyeke dîrokî ye û bal kişand ser girîngiya xurtkirina yekîtî û piştevaniyê ya di şertên pandemiyê de. Cevîz, anî ziman ku daxwaza "di dema xebatê de em naxwazin bimirin" bûye daxwaza hevpar a çîna karkeran û got, divê konfederasyon li dor daxwaza "bila li kargehan baş test bên kirin û destûra biheq" bibin yek. 
 
MA / Tolga Guney