Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye

img
AMED - Nezîr Kaya ku li Bismilê debara xwe bi sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber vîrûsê mirov di mal de dimînin û ji ber vê bêhna xwezayê derketiye û heywan bêtir zikê xwe têr dikin. 
 
Nezîr Kayayê ku li navçeya Bismil a Amedê debara xwe bi sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber şewbê mirov di mal de dimînin û ji ber vê bêhna xwezayê derketiye. Kaya, diyar kir ku 800 pezên wî hene û niha têra xwe wan diçêrîne. 
 
Kaya, destnîşan kir ku bi vî awayî bêhna xwezayê derketiye û heywan baş zikê xwe têr dikin û got: "Ji bo me cotkarî û sewalvanî pir girîng e. Li Bismilê hema bêje gelek kes çandiniyê dike. Ji sedî 80 navçeyê erdên çandiniyê ne, devereke biçûk jî mêrg in. Ên mayî jî ji hêla mirovan hatiye dagirkirin. Ji bo heywanan cih nemabû. Lê belê ji ber vîrûsa coronayê rewş guherî." 
 
‘ZIRAR JI HEYWANA ÇÊNABE' 
 
Kaya, anî ziman ku deverên ku berê mirovan dagir kiribû û ji bo wesayîtan dihat bikaranîn niha ji heywanan re maye. Kaya, diyar kir ku bi hatina biharê re heywanên xwe ji bo çêrandinê derxistiye derve û baş diçêrîne Her wiha Kaya, ji bo vegiriya şewbê jî got: "Zirar ji heywanan çênabe." 
 
Kaya, bilêv kir ku berê karê înşeatê dikir, lê belê ji ber ku karê înşeatê kêm bûye 16 sal in şivantiyê dike û got: "Niha şivantiya 800 pezî dikim, hem heywanên min in hem jî yên şêniyên taxê ne. Ez heywanan dibim hêla Qerekopruyê ya li Seyrantepê. Li vira wan diçêrînim. Gava tiştek li vir nemîne ez ê wan bibim mêrgeke 5 kîlometre dûr navçeyê." 
 
PIŞTGIRÎ NAYÊ KIRIN
 
Kaya, bal kişand ser rewşa sewalvaniyê jî û got: "Em tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Zivistanê em wan xwedî dikin. Ne şîrê wan bi dest me dikeve ne jî mastê wan. Lê gava biha tê ev berên wan bi dest me dikevin. Zivistanê em baş mesref li wan dikin. Êm, ka, derman... em dinyayek pere li wan xerc dikin. 
 
Kaya, destnîşan kir ku rewşa sewalvaniyê ne wekî berê ye û got, dewlet êdî wek berê destekê nade wan. 
 
MA / Fethî Balaman