Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye

img
 
STENBOL – Di rapora Evîd-Sen’ê de qala rewşa jinên ku karkerên malan e hat kirin û hat destnîşankirin ku ewlehiya canê jinên karkerên malan nemaye û karê wan li benda rehma Xwedê ye.
 
Sendîkaya Piştevaniya Karên Malê (Evid-Sen), têkildarî zehmetiyên ku jinên karkerên malan di pêvajoya vîrûsa koronayê de dikişînin raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li seraserê Cîhanê karkerên malê ku hejmara wan ji 100 milyonî zêdetir e bê ewle ten xebitandin û vîrûsa koronayê bandorê li gelek jinên kedkarên malê kiriye.
 
7 KEDKARÊN MALÊ BI VÎRÛSÊ KETINE
 
Di raporê de hat parvekirin ku 7 jinên karkerên malê bi vîrûsê ketine û tedawiya tê berdewamkirin. Di raporê hevdîtina li ser înternetê ya bi 30 jinên kekdarên malê re hatiye parvekirin. Hatiye diyarkirin ku ev jinên ku berê di karên rojane de xebitîne niha hemû bê kar in, bi pirgirêkên micid ên aborî re rû bi rû ne û hatine wê astê ku nikarên pêwistiyên xwe yên bingehîn jî bibersivînin.
Her wiha di raporê de têkildarî rewşa hin jinên karkerên malê agahî hatin parvekirin.