Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin

img

ENQERE - Rêxistinên ked û demokrasiyê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û hevparên 1'ê Gulanê, li ser rêya onlinê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku dê 1'ê Gulanê li ser medya civakî pîroz bikin û li Taksimê jî bîranînek sembolîk pêk bînin. 

Rêxistinên Kedê yên ji Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Pêkhateyên 1'ê Gulanê bi rêya telekonferansê civîn li dar xistin. Sendîka û rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê bi rêya onlîne bi cemaweriyê re parve kirin. Civîn ji ber virûsa corona di bin tedbiran de pêk hat. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoğlu, Hevserokên Giştî yên KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Aysun Gezen, Serokê TMMOB'ê Emin Koramaz, Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Sinan Adıyaman û Nunerên Pêkhateyên 1'ê Gulanê tev li civînê bûn. Li ser navê sendîkayan Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, daxuyaniya bi navê “Ji bo pergalek nû ya civakî ku bi ked û zanistiyê bê avakirin Bijî 1'ê Gulanê" xwend. Çerkezoglu, diyar kir ku dê 1'ê Gulanê  Roja Karkerên cîhane û Yekîtiya Neteweyî di şertên Covid-19 de piroz bikin û wiha got: "Di dîrokê de yekem car Roja 1'ê Gulanê Roja Têkoşîna karkeran dê li qadan neyê pîrozkirin. Lê li gel vê yekê Konfederasyonên me yên Sendiskayên neteweyi dê li gorî rûmeta mirovahiyê daxwazên xwe yên giştî bi raya giştî re parve bike. Dê bi karkerên cîhanê re bibin yek deng. 
Çerkezoglu, bertek nişanî polîtîkayên aboriyê da û wiha got: “Ji bo karsaz û muteahhidan pakêtên bi milyonan tl têne aşkerekirin. AKP bi guhertinên zagonan destûra bê heq li ser karkeran ferz dike. Karkeran mahkûmî jiyana hezar û 168 TL  dikin. 
 
DIVÊ HILBERÎN BÊ RAWESTANDIN
 
Çerkezoglu, da zanîn ku destûra bê heq nayê qebûlkirin û qebûl nakin ku karkeran mahkûmî sefaletê bikin. Vîrûsê nîşanî me da ku xwediyê vê pergalê û berjewendiya gelê Tirkiye ku ji sedî 99'an pêk tê ne yek e. Ji ber vê yekê divê ev tedbîr bêne girtin:  
 
* Divê hemû kargeriyên ku ne ferz û hilberina bi lezgîn be divê bên rawestandin û hilberinê bi dawî bikin. 
 
* Di pêvajoya vîrûsê de divê dawî li dûrxistina karkeran bînin. Divê karkeran bişînin destûra bi heq. Divê alîkarî û piştevaniya esnaf û çotkaran bê kirin. 
 
* Divê deynê mal, xanî, maşîne û kartên kredî bên rawestandin. Divê faîza wan bê taloqkirin. Dive fatûreyen ceyran, av, xaza xwezayî û hwd bên taloqkirin. 
 
* Divê rêxisti nû saziyên taybet ên tenduristiyê têxin xizmeta cemaweriyê. Divê xizmeta tenduristiyê bê pere be û her kes karibin jê sûdê bigirin. 
 
* Divê xebatên der barê Vîrûsa Corona de li gorî zanistê û zelal bê kirin. Divê agahî neyên veşartin. Divê nûnerên rêveberî û rêxistinên herêmi di nava lijneyên tenduristiyê de cih  bigirin. 
 
* Di serî de hekîm û xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê divê bi ekîpmanên taybet bên parastin û hemû kêmasiyên wan bêne bersivandin. Divê hemû xizmetkar bi rêk û pêk di destan re bêne derbaskirin. 
 
* Di vê pêvajoyê de ji bo xizan û koçberan ên tu hatina wan û ewlehya wan tune ye û ji bo girtiyan divê zagonên ku tenduristiya wan biparêze bê derxistin û tedbîr bên girtin. 
 
* Divê ji bo hemû jinan ewlehiya kar û hatinêbê mîsogerkirin. Divê li dijî tundiya pêş dikeve Peymana Îstanbul û xala 6284'an têxin meriyetê."  
 
‘EMÊ DI 1'Ê GULANÊ DE DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
 
Çerkezoglu, ani ziman ku ji bo tenduristiya gel û civakê û ewlehiya kar û pêşeroja karker û kedkaran, dê di 1'ê Gulanê de dengê xwe bilind dikin û xebatên di çarçoveya 1'ê Gulanê de wiha rêz kir: 
 
"* Heta 1'ê Gulana 2020'an dê hemû kolan, qad bi afîşên 1'ê Gulane bêne xemilandin. Em dê bi rêya dîmen û deng coşa 1'ê Gulanê li qadan belav bikin. 
 
* Em ê kargerî, mal û kolanan bi afîş û dowîzên ku daxwazên me tinin ziman bineqişînin. 
 
* Em ê hevalên xwe yên di 1'ê Gulana 1977'an de li Qada Taksimê jiyana xwe ji dest dan, li Hevraza Kazanci bibîr bînin. 
 
* Di 1'e Gulanê de em ê bi hevre di eywan, şaneşîn û kolan û baniyên malên xwe sirûda 1'ê Gulanê bixwînin. Em dê nepoxên 1'ê Gulanê bifirînin ezmanan. Em dê di heman kêliyêde Tirkiyeye bibin yek deng. 
 
* Di 1'ê Gulanê de em dê li ser medya civakî di ‘Mîtinga 1'ê Gulanê de bên cem hev. 
 
* Em ê yekîtî û piştevaniya têkoşina xwe li her qadên jiyanê bidin xuyakirin."