Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû

img
STENBOL – Yek ji hatina Tirkiyê ya aborî tûrîzm e. Turîzm sekini û krîza aborî jî kûr bû. Aborînas Sabrî Oncu şewba koronayê her çiqas di demek kin de hildin bin kontrole jî lê bi taybetî rojên dijwar li benda aliyên hatin wan kêm e.
 
Vîrûsa koronayê (Kovid-19) ku çawa li gelek welatan rê li ber gelek krîzan vekiriye li Tirkiyê jî rê li ber gelek krîzan vekiriye. Şewbê çawa ku darbe li aborî û turîzma gelek welatan daye li korona li turîzma Tirkiyê jî da. Li gorî daneyên TUÎK’ê hatina turîzma Tirkiyê di sala 2019’an de li gorî salek berê ji sedî 17 zêde bûye û derketiye 34 milyar 520 milyon û 332 hezar dolarî. Hejmara kesên serdana Tirkiyê kiribûn gihîştibûye 52 milyonan. Lê belê piştî şewbê li pey hev rezervasyon hatin betalkirin û îro peywendiya çûnehata navbera Tirkiyê û 68 welatan hatiye qedexekirin. Ev yek rewşek tesîrek neyînî li ser aboriya Tirkiyê dike.
Aborînas Sabrî Oncu vê pêvajoya dijwar a şewbê ku bandorê li ser aboriya Tirkiyê dike ji ajansa me re nirxand.
 
STENBOL HÊZA SEREKE YE
 
Oncu diyar kir ku bajarê Stenbolê hem ji bo pîşesaziyê û hem jî ji bo bazirganiyê û hem jî ji bo turîzmê hêza mezin a Tirkiyê ye û got: “Dema di warê aboriyê de Stenbol zirar bibîne tê maneya ku tevahiya Tirkiyê zirar bibîne. Stenbol di salên dawî de hatina turîzma welat ji sedî 4 pêk tîne. Stenbol yek ji bajarên herî zêde turîst tênê. Dema mirov vê yekê dide ber çavê xwe her tiştî radixîne ber çavan.”
 
WÊ WINDAHIYEK MEZIN ÇÊ BIBE
 
Oncu da zanîn ku her çiqas mirovên zanist daxuyanî didin û dibêjin dê şewba korona di demek kin de wê biqede jî lê ew bixwe vê nabîne û got: “Em dest ji demek kin de an jî dirêj de berdin ku şewbê hildin bin kontrole, heke şewbê hildin bin kontrolê jî aborî ji niha ve bi awayek cidî li paş ma. Ji bilî sektora zexîreyan hemû kargeh girtî ne. Her dever girtî ne. Heke ev rewş dirêj bidome wê resmek nexweş ê aboriyê derkeve holê. Ji bo têkçûna aboriyê niha mirov reqemên wê bêje dibe ku zor be. Lê bele windahiyek mezin heye û ev li holê ye. Bajarê herî mezin ê welat ku di warê aborî de têk biçe ev tê wê wateyê ku aboriya tevahiya welat li ber têkçûnê ye.”
 
PIRSGIRÊK LI PÊŞIYA TIRKIYÊ NE
 
Oncu diyar kir ku dibe welatên wek DYA û Îngîlîstanê dikaribin pirsgirêkên derkevin holê çareser bikin lê best Tirkiye û welatên mîna Tirkiyê xwedî heman taybetmendiyên aborî ne dê rewş dijwartir be. Oncu got di warê aborî de pirsgirêkên cidî li pêşiya Tirkiyê ne û jixwe nirxa pereyê wê dikeve dê hin bêtir bikeve.
 
ROJÊN ZOR LI PÊŞIYA XELKÊ YE
 
Oncu destnîşan kir ku ji nişkeve sekinandina aboriyê wê rê li ber bêkarî û feqîriyê jî veke û rojên zor zehmet li benda kesên hatina wan kêm ango aliyên feqîr e û wê ev pêvajo felaketek li pey xwe bîne.
 
MA / Îdrîs Sayilgan