Karkeran bi dîmen bersiv da Cengîz Holdîngê

img
MERDÎN – Karkerên ku li navçeya Şemrexê, li Kargeha Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê, di înşaata rêya hesin de dixebitîn û bi hinceta “li gorî bergiriyên şewbê tevnegerin” ji kar hatin derxistin, bi dîmenên şertên xwe yên xebitandinê bersvi dan.
 
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, 118 karkerên ku li înşaata rêya hesin a Kargeha Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê dixebitîn, ji ber ku li dijî vîrûsa koronayê daxwaza başkirina şertên xwe yên xebatê kirin, beriya çend rojan bi hinceta ku “li gorî bergiriyên şewbê tevnegerin” ji kar hatibûnn derxistin. Fîrmayê, di girteka ku ji karkeran re şand de angaşt kir ku karker bêyî ku hincetek nîşan bidin, di navbera 14.04.2020 û 15.04.2020’an de derneketina ser kar û peywirên xwe bi cih neanîne û ji ber vê yekê di 15’ê nîsana 2020’an de ji kar hatine derxistin.
 
BERSIVA BI DÎMEN
 
Karker, li dijî vê angaşta fîrmayê derketin û dîmenên şertên xwe yên xebatê yên li kargehê parve kirin û rewşa xwe ya li kargehê raxistine ber çavan. Di dîmenên ku karkeran parve kiriye de tê dîtin ku hejmareke zêde karker li wesayîtan tên siwarkirin û neçarî rêwitiyê tên kirin. Balkêş di vê rewşê de jî di dîmenan de tê dîtin ku hin karker bê maske ne. Karkerên ku dîmenan parve kirin dan zanîn ku firmaya angaşt dike ku bê hincet dev ji kar berdane û ev tişt gotin: “Ji me re qala mesafeya civakî dikin. Dibêjin ku me bê hincet dev ji kar berdaye. Ma ji hinceta daxwaza me ya başkirina şertên me girîngtir hincet heye? Li gel qedexeya derketina derve jî hişn xebatkaran dan xebitandin.”
Mesaj yazın