Kedkarên tenduristiyê yên têne dermankirin hêj 14 roj naqede wan dîsa dişînin kar

img
ENQERE - KESK'ê têkildarî nexweşxaneyên li Enqereyê raporek amade kir û diyar kir ku xizmetkarên tenduristiyê yên ji ber Covid-19 têne dermankirin, bêyî 14 rojan li mal bimînin dîsa wan dişînin nobeta kar. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Enqereyê, li ser agahiyên ku ji îstasyonên nexweşxaneyên dewlet û zanîngehan ên Enqereyê, û îstasyona Enqere ya 112'an kom kirin raporek amade kir. KESK'ê encama raporê parve kir û diyar kir ku li gorî lêkolînê, gelek xizmetkarên tenduristiyê yên bi fikar û şika şewba vîrûsa corona (Covît-19) li malên xwetêne dermankirin, bêyî 14 rojên wan ên qarantînayê derbas bibin wan dîsa dişînin nobetakar. KESK'ê anî ziman ku li nexweşxaneyan kêmasiya malzemeyên parastinê didomin, kesên bi şika Covid-19, hêj li nexweşxaneyan kar dikin. KESK'ê da zanîn ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşi melzemeyên parastinê kêm in û kesên bi şika Covid-19 hêj kar dikin. KESK'ê di raporê de da zanîn ku xizmetkarên tenduristiyê yên ku semptomên vîrûsê li ser wan hene û bi şika vîrûsê wan dişînin malê û dixin qarantinayê bêyî 14 rojên wan derbas bibe dîsa bang li wan dikin ku biçin kar. KESK'ê da zanîn ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dişkapi Yildirim Beyazit, ji bo hemû xebatkarên tenduristiyê yên 24 saet bi vardiye kar dikin, tenê maskeyek carahiyê didin wan û wiha got: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Akyurtê jî heta ku kesên bi şewbê ketine zelal nebin, malzemeyên parastinê û maskeya cerahî nadin wan. Dîsa karê paqijiyê bi rêk û pêk nayê kirin. 
 
Li nexweşxaneya Bajar a Bilkentê hemşîreyên ku tecrûbeya wan a venêrtina zêde tune tên peyvirdarkirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Nafiz Korez Sîncan jî Çadira Triyajê hêj nû hat avakirin. Xebatkarên tenduristiyê yên bi nexweşiyên kronîk rastî tundiyê tên. Dîsa pakêta maskeya N95 nadin wan. Paqijiya Ambulansê tenê li baxçeyan bi ava cilşoyan têk kirin. 
 
Serokê Şaxa SES'ê ya Enqereyê Kubilay Yalçinkaya jî anî ziman ku bi giştî daxwazên xizmetkarên tenduristiyê li gorî qanûn û usulê daxwazên wan nayên pêşwazîkirin xebatkarên tenduristiyê yên şika nexweşiya vîrûsê li ser wan heye hêj 14 rojên wan li mal ne qediya ye wan dîsa dişînin kar. Yalçinkaya, anî ziman ku li îstasyonê 112'an di nava heman yekîneyê de kesek bivîrûsa Covid-19 bikeve jî ew yekîne xebatên xwe berdewam dike. Hemû daxwazên kedkarên tenduristiyê li ser bijî û bide jiyandin e. Ji ber vê yekê divê zû daxwazên wan bên bersivandin. 
 
 
MA / Zemo Aggoz