Bazar hatin girtin, heywan di dest wan de man

img

AGIRÎ - Li gundê Qizqapan ê Panosê heywanên ku ji bo zivistanê bên firotin payizê bi deyn hatibûn kirîn, ji ber vîrûsa coronayê nayên firotin. Ji ber ku bazar girtîne alvêr nayê kirin. 

Li gundê Qizqapan ê Panosa Agiriyê welatiyên ku sewalvaniyê dikin, niha ji ber ku bazar ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) girtîne, nikarin heywanên xwe bifiroşin. Welatiyan anî ziman ku heywanên ji bo Cejna Qurbanê xwedî kirine di dest wan de mane û got: "Heger wisa dewam bike wê mirov ji birçîna bimirin." 
 
Enîs Karataş (27) ku Endezyarê Înşeatê ye lê belê ji ber ku kar tuneye li gund sewalvaniyê dike, anî ziman ku heywanên ku payizê kirîne û ji bo zivistanê bifiroşin xwedî kirine di dest wan d emane. Karataş, diyar kir ku her sal van çaxan heywanên xwe difirotin û got, niha heywanên ku bi deyn kirîne ji mecbûrî wê bi erzanî bifiroşin. Karatal, got: "Ji ber vîrûsa coronayê bazar hatine girtin. Vê carê jî canbaz bi wesayîtên xw eli gundn digerin. Di dest gundiyan de pere tuneye. Berê hin gundî diçûn li ser îneşatan dixebitîn, lê niha her kes li gund e û pereyekî ku ji derve ji wan re bê jî tuneye. Gundî jî ji bo birçî nemînin, ji mecbûrî wê heywanên xw ebifiroşin. Canbazên keysperest jî heywaneke berî coronayê bi 5 hezaran niha bi 3 hezaran dikirin. Niha li gund çerxa aboriyê nagere." 
 
Her wiha Karataş anî ziman ku beytarên girêdayî wezaretê jî li gundan digerin û guharan dixin guhê heywanan û derziya li wan dixin û got, serê guhar 15 TL û yê derziyê jî 5 TL'Yan distînin. Karataş, got: "Divê ev titş belaş bûna. Di pêvajoyeke wiha de diviya piştgiriyê bidana gundiyan. Salê 3 caran tên derziyan li heywanan dixin. Bi ser de jî perê derziyan jî distînin. Derziyê wisa zû li heywanan dixin ku carinan em dibînin ku li ser porstê heywanê ye. Heya em pere nedin qeyda golikê çênakin. Golikên ku 2 sal berê qeyda wan hatibû çêkirin hê nû desteka wan dane." 
 
WÊ MIROV JI BIRÇÎNA BIMIRIN 
 
Sewalvan Suleyman Ûçar jî anî ziman ku niha nikarin heywanên xw ebifiroşin. Ûçar, diyar kir ku Cejna Qurbanê nêz bûye û got: "Îsal tirsa me ew e ku heywanên me neyên firotin. Heger wisa be wê gundî giş top bavêjin. Wê mirov ji birçîa bimirin. Ji xwe desteka dewletê têr nake. 150 miyên min hene. Lê dewlet bi giştî 3 hezar TL destek dide min. Fiyetê kîsek êm 100 TL ye. Ev destek têra 150 miyan nake. Em dixebetin, tahbê dibînin lê bi zorê zikê xwe têr dikin." 
 
MA / Dîndar Karataş