Ji Platforma karkeran banga 1'ê Gulanê

img

STENBOL - Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, bang li hemû sendîkayan kir ku 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê bi hevre pîroz bikin. 

 
Sendika û rêxistinên karker û kedkaran îsal ji ber şewb vîrûsa corona hêj biryar nedane ku dê 1'ê Gulanê Roja Karkerên cihanê çawa pîroz bike. Bi nezîkbûna 1ê Gulane re Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê (ÎÎSŞP), bang li hemû sendîkayan kir ku 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê bi hevre pîroz bikin. Berdevkê ÎÎSŞP'ê Sinan Ceviz, daxuyaniya niviskî da û û xwest di 1'ê Gulanê de hemû sendîka û rêxistinên karkeran bi hevre gavan bavêjin û bi hevre tev bigerin. Cevîz, anî ziman ku li Tirkiye û cîhanê di elehê karkeran de biryar têne girtin û herî zêde mafê karkeran tê binpêkirin û xwest ji ber vê yekê hemû karker bibin yek û bi hevre tev bigerin. Ceviz, ji rêxistin û sendîkayên karkeran xwest ji niha de ji bo 1'ê Gulane têkevin nava tevgerê û bi hevre gavan bavêjin.