Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne

img
AMED - Kesên bêtemînat û derî tomarkirinê dişixulin, xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin. 
 
Piştî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) belav bû û her diçe bandorên wê girantir dibin, hikûmet jî hin tevdîrên girtin. Lê belê tê nîqaşkirin ku tevdîrên tên girtin wê pirssgirêkan çareser nekin. Hikûmetê ji bo pêşî li ber betaliyê û derxistina ji kar bigire ji bo destûra bêheq ku wê roja wê 39 TL be ket nav hewldanan. Lê belê sendîka û muxalefet bertekê nîşanî vê hewldana hikûmet didin. Her wiha kesên di karên bêtemînat û derî tomarkirinê dixebitin jî dixwazin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin. 
 
Li navçeya Rezan a Amedê, kesên bêtemînat dixebitin, diyar kirin ku ji bo debara xwe bikin mecbûr in bişixulin û xwestin di vê pêvajoyê de ji bo wan jî hin gav bên avêtin. Firoşkaran, destnîşan kir ku ji ber betaliyê di karên bêtemînat de dişixulin û gotin, ji ber vîrûsê rewşa karê wan jî nebaş e. 
 
Bawer Çoban ku ji bo debara xwe bike li ser peyarêyekê bi awayekî seyarî tostan çêdike, diyar kir ku di vê pêvajoyê de karê wan jî ji sedî 75 kêm bûye û got: "Ji bo xercaneya xwe em tên dişixulin. Mixabin ji bo em debara malbata xwe û zarokên xwe bikin em nayên nakin. Êdî em nikarin heqê fatûreyên ceryanê, av û gaza xwezayî jî bidin. Hejmara mişteriyên min pir kêm bûye. Esnaf dikanên xwe venakin. Gava dibistan vekirîbûn karê min baş bû, lê niha ew jî girtî ne." 
 
'GEL PERÎŞAN BÛYE'
 
Çoban, anî ziman ku wekî wî gelek kesên di karên bêtemînat de dişixulin perîşan bûne û got: "Gel perîşan bûye. Kar nemaye. Berê rojê 12-13 saetan dişixulîm. Lê niha herî zêde 4 saetan dişixulim. Çimkî îş tuneye. Ez jî ji adiî têm, ji bo mişteriyê min ji dest min neçin." 
 
'DIVÊ HIKÛMET ALÎKARIYÊ BIKE' 
 
Çoban, got: "Em dixwazin hikûmet tiştekî bike. Em ê heya ciyekî karibin îdare bikin. Ev bûye sedema bêaramiyê. Berê min bi vî cihê biçûk debara 12 kesan dikir. Lê niha nikarim bikim." 
 
Zafer Ayyildiz ku donera mirîşkan çêdike û difiroşe jî anî ziman ku herî zêde wan bandor ji vê şewbê girtiye û got: "Di vê pêvajoyê de herî zêd eme bandor ji krîzê girtiye. Niha ji çar paran em parekê difiroşin. Beriya şewbê min 40 kîlo got difirot, lê niha 10 kîloyan. Mirov êdî nanê derve naxwin. Ditirsin. Gava qelebalixî hebû karê me jî baş bû, lê niha li derve kes tuneye. Êdî mirovên xerîb nayên. Ji bo heqê kirê û ji bo ji berîka xwe nexwim dişixulim. Lê niha em nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin. Ji ber vê min xebatkarek xwe ji kar derxist, bi tenê dişixulim. Heta ji destê me tê em li paqijiya xwe miqate ne. Em bi lepikan dişixulin." 
 
'BANDOR LI ME JÎ KIR' 
 
Ferît Kuntaş ku karê kezebê çêdike û difiroşe jî diyar kir ku wan jî hinekî bandor ji şewbê girtiye û got, sedema vê jî ji be rku aşxane girtî ne mişteriyên wan tên cem wan. Kuntaş, got: "Piranî em biroj vedikin. Mişteriyên me hene. Gelek aşxane girtîne. Piraniya mişteriyên wan jî tên cem me. Bi şev kar pir tuneye. Ev yek di karê êvarî de bandor li me kiriye. Eynêî wekî berê em paqijiya xwe dikin. Ji xwe mişteriyên me bi vê yekê dizanin. Lê helbet di vê serdemê de em hê bêtir lê miqate ne."