Muftuoglû: Budçeya ji bo çekan tê xerckirin, bila ji bi tenduristiyê bê xerckirin

img
STENBOL - Aborîzan Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku li dijî şewba coronayê herî pir ne ji bo tenduristiyê, ji bo çekdarîbûnê budçe hatiye veqetandin û got: "Tirkiye, divê hem di nav xwe de hem jî bi cîranê xwe re aştiya civakiyî pêk bîne. Ancax bi vî awayî ew budçeya ji bo çekdarîbûnê tê veqetandin ji bo tenduristiyê bê xerckirin." 
 
Vîrûsa coronayê (Covîd-19) bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Yek ji van qadan jî aborî ye. Rêxistina Pêşveçûyîn û Tevkariya Aborî ya Cîhanê (OECD), di rapora xwe ya me Adarê de diyar kiribû ku dibe ku pêşveçûyîna cîhanê ji sedî 2.4 kêm bibe. 
 
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, bandora şewba vîrûsê ya li ser aboriya cîhanê û Tirkiyeyê nirxand. 
 
DAXUYANIYA IMF'Ê 
 
Muftuoglû, gotinên IMF'ê yên der barê şewbê de bibîrxistin ku IMF'ê gotibû: "Aboriya cîhanê piştî ket resesyoneke wiha ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn heya niha tiştekî wiha qet çênebûbû." Muftuoglû, diyar kir ku di aboriya kapîtalîst jî piştî salên 1970'yî li ser pergaleke deynan û mezaxêriyê dimeşiya. Muftuoglû, diyar kir ku ji hêlekê ve welat ji hêlekê ve jî kes hatine deyndarkirin û got: "Ligel deynan hilberîneke li ser asasên mezaxêriyê heye." 
 
3 BANDORÊN ŞEWBÊ YÊN LI SER ABORIYÊ 
 
Muftuoglû, diyar kir ku şewb bi sê awayan bandorê li aboriyê dike û got: "Yek; pîvana mesafeya fizîkî hilberînê asteng dike. Ji ber ku hilberîn di qada civakiyî de tê kirin, êdî wekî berê namele. Dudo; ji ber ku mirov di mal de ne mezaxêrî pir kêm kirine. Tişta grîng jî kargeh hatin girtin, gelek kes betal man. Ev ji bo aboriyê talûkeya herî mezin e. Çimkî daxwaz sekinî. Di vir de jî ji bo zêdekirina daxwazê serî li alîkariyên civakiyî didin." 
 
HERÎ KÊM TIRKIYE BUDÇE VEQETANDIYE 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî şewbê de Tirkiye li gor welatên G20'an budçeya herî kêm beqetandiye û xerckirinên ji bo tenduristiyê jî beşa herî biçûk e. Muftuoglû, diyar kir ku piraniya budçeya hatiye veqetandin jî ji bo xelaskirina şîrketên tengijîne hatiye evqetandin û got: "Miadarek jî ji bo taloqkirina deynên esnafan hatiye veqetandin. Qimek jê jî ji bo alîkariya civakiyî ya 2 milyona kesan hatiye veqetandin. Ji xeynî vê wê hiekş bidin kesn ji kar hatine derxistin ku ev jî ji xwe ji fona karkeran tê dayîn. Lê wê kêm kes sûdê ji vê bigirin." 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku piştî şewbê heya niha li Tirkiyeyê 150 hezar kargeh hatine girtin û got, esnafên biçûj û bi hezaran karkerên ji kar hatine derxistin nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin. Muftuoglû, diyar kir ku dewlet ji bo van mirovan çareyek nedîtiye û bal kişand ser kampanyaya bexşê ya dewletê daye destpêkirin. Muftuoglû, destnîşan kir ku ne mimkun e ku bi bexşan ji derheqê vê krîza mezin bê derketin û got: "Di sala 2020'an de Tirkiye divê 170 milyar dolarî deynê xwe yê derve bide. Lê çavkaniyên welat 95 milyar dolar in. Yanî kêmasiyeke mezin heye. Wê ev pêvajo Tirkiyeyê pir bitengijîne." 
 
‘PERÊ JI BO ÇEKAN TÊ XERCKIRIN DIVÊ BÊ BIRÎN' 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku çavkaniyên ji bo pir û rêyên nayên bikaranîn divê bê birîn û bal kişand ser çekdarîbûnê. Muftuoglû, bibîr xist ku Cîgirê Serkomar di sala 2019'an de daxuyandiye ku 111,4 milyar lîre ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin û got: "Wê ev di nav 2020'an de zêde bibe û bidome. Xercaneyên li van qadan pêşî li xercaneyên tenduristî û perwerdehiyê digire. Yanî Tirkiye, divê hem di nav xwe de hem jî bi cîranê xwe re aştiya civakiyî pêk bîne. Ancax bi vî awayî ew budçeya ji bo çekdarîbûnê tê veqetandin ji bo tenduristiyê bê xerckirin." 
 
 MA / Tolga Guney